Polîtîk

Edaleta çapemeniya muhafezakar heta sînorê Kurd e

Çi muhafezekar dibe çi kemalîst û çepgir, dema ku mijar Kurd û Kurdistan be, çapemeniya Tirkiyê xwe li hemberî destketineke biçûk a Kurdan jî nikare rabigre. Çapemeniya ku li Tirkiyê kesên muhafezekar û oldar û misilman qaşo temsîl dike, bi awakî bêexlakî zimandirêjiya Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî dike. 

Rojnameya bi navê Yenî Şafakê, ji bo Serok Barzanî nivîsandiye ku, Barzanî bi dualî dilîze. Îdia dike ku, Serok  Barzanî milîsên Kurd çekdar dike û dixwaze ji hewlêrê heta behra Spî ji xwe re dalanekê veke. Û dibêje, ajandeya Barzanî a veşartî heye a ku Tirkiyê nerehet dike. 

Rojnameya kevneperest bi zimanekî derexlakî di derbarê Serokê Kurdistanê Baranî de şîroveyan dike. Dinivîse ku, KCKê, baskê Tirkiyê PKK, yê Îranê PEJAK û yê Suriyê jî PYD temsîl dike. Vana bi hev re tevdigerin û Barzanî jî bi van re hevkariyê dike.

 

Li ber çavane kû, her bi destketineke Kurd û Kurdistanê, çi oldar dibe çi kemalîst, xwe li hember rastiya Kurd nikarên rabigrin û li dij hebûna Kurd tevdigerin. Her tim bi rêya çapemenî û televizyon û propagandaya neyênî a li dij Kurdan, mejiyê gelê Tirk şêlî dikin, bûyeran berevajî nîşana gel didin û li hemberî Kurdan nefretê zêdetir dikin. Ew qirecira ku doh ji bo Kurdistana Başûr derdixistin, îro ji bo Kurdistana Rojava derdixînin. 

Back to top button