Kultur

Du şêrejin pirtûk afirandin

DU ŞÊREJIN PIRTÛK AFIRANDIN

Pêşiyên Kurdan çiqas xweş gotine:

”Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.”

Va ye du şêrejinên  Kurd ji Anatolyaya Navîn pirtûkek ji berhemên Folklora Kurdî afirandine.

Mehtab Îdelî û S. Erdem li nava Kurdên Anatoliyaya Navîn geriyane û tiştên ku di nava wan de bi devkî têne gotin berhev kirine û bi 36 sernavên cuda pirtûka xwe ya bi navê HESINAyê xemilandine.

Babetên cihêreng ên di pirtûkê de, gelek xweş û ciwan in. Tê de hin wêneyên rengîn jî hene, bi çapeke spehî ji aliyê Weşanxaneya APECê ve li Stockholma paytexta Swêdê, çend roj berî sersalê hatiye weşandin.

Bi hêviya ku keçên Kurd her yek bi vî rengî lêkolîn li derdora xwe bike û berhemeke folklorî biafirîne.

Rojeva Kurd

Stockholm 22/ 01/ 2020

Back to top button