Nivîsar

Dr. Lezgîn Çalî: “Kê, dîkilê PDKê dizîye?”

Gelek meseleyê mezni mekin û xwe jî xişîm mekin. Guman tê de nîne ku neyarên partîyê dest di handana xelkê dihokê de hebûye.
Heker wan neyaran dest di wan handanan de nebûbit, dê li aqlê wan û sîyaseta wan bi guman bikevim.

Lê ev wê rastîyê venaşêrit ku şaşî yên sitratejîk yên partîyê û gendelî ya kûr û berifreh ya berpirsên wê û piştguhvehavêtina stana Dihokê, xelkê Dihokê ji partîyê nerazî kirîye.

Djiminên partîyê dizanin çawa xwêyê li birînên xelkî birêjin.

Di hilbjartinên sala 1992ê de, nêzîkî 70 ji sedê ji xelkê silêmanîyê dengê xwe dan êketî ya niştîmanî (YNK). Her wê demê nêzîkî 90 ji sedê ji xelkê dihokê dengê xwe dan partî ya demokrata kurdistanê.

Lê di hilbjartinên herî dawîn de, xelkê Silêmaniyê nîşan dan ku her di gel hizba xwe mane, ji ber ku dîsa YNK û Gorranê pêkve nêzîkî 70 ji sedê ji dengan înan. Lê Dihokîyan dest ji “hizba xwe” berdaye û di hilbjartinên herî dawîn de partîyê bi tenê nêzîkî 70 ji sedê ji dengên Dihokîyan standin.

Partî û alîgirên partî dibê bizanin ku YNK û Gorran çend xiyanetê jî bikin, bila bikin, alîgirên wan herdu hizban dê her alîgirên wan bimînin; lê xelkê alîgirê partîyê ji partîyê dilmayî mane.

Sedem çi dibin bila bibin, nîşanên wê ne ku an xelkê Dihokê gelek bêzar bûye, an propagendeya dijminên partîyê gelek kargere û kara ye, sîyasetên partîyê ji bo ragirtina xelkê xwe lewaztir e, an xelkê Silêmanîyê ji xelkê Dihokê “‘eşîretîtir” û “deverperêstir in”, an jî hizbên Silêmaniyê di razîkirina xelkê xwe de serkeftîtirin.

An jî ev sedem hemî jî hene. Encam çi bit, dibê partî li dûv wê biçit ku ka kî dîkilê wê dizîye, xem nakit heker evro hespê wê jî hatbit dizîn.

(Lêkolînên civaknasî ji bo vê pedîtar anko dîyarokê pêdvî ne).

Dr. Lezgîn Çalî

Back to top button