Nivîsar

Dozgeriyê ji bo Mêrdînî lepirsîn vekir

Serdozgeriya Komarê ya Amed’ê ji bo ku di derheqê me de lêpirsîn were vekirin biryar girtiye. Di encama vê biryarê de îro min di Têkoşîna bi Terorê re şaxa Qoserê (Terorle mücadele qoser şubesi) de kirin jêpirsînê. Piştî ku jêpirsîn xelas bû,îfadeya min şandin dozgeriyê. Dozger dê li îfadeya min a ku polîsên Têkoşîna bi Terorê re girtibûn binêre û an dê di derheqê min de doz veke an jî wê lêpirsînê bigire.

Ji bo binçavkirin, îfade dayîn û lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya komarê ya Amedê hinceta wan jî , çalakiya me ya redkirina leşkeriyê ya li pêşiya şaxa leşkeriyê ya Amedê, di 31ê Tebax’a 2014’de me kiribû weke sedem nîşan didin. Wekî din di derheqê min de, bi tawanbarkirina “alîkariya pkk” jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di wê kêliya jêpirsînê de ji aliyê polîsên ku lêpirsînê kirine ve hate dûpatkirin ku me şervan şandiye Kobanî, di derbareyê viya de jî gotin ku di destê saloxgerên dewletê de agahiyên şênber hene. Piştî ku îfadeya min hate girtin, ji bo ku min bişînin leşkeriyê, min şandin şaxa leşkeriyê ya Amedê. Min li şaxa leşkeriyê bi awayekî zelal û vekirî vegot ku ez leşkeriyê ji dewletê re nakim. Karmendên ku li şaxa leşkeriyê dixebitîn, ji min re gotin ku dê di derheqê min de cezayê pereyê bê dayîn û piştî ku ji kontrola tenduristiyê derbas bûm divê sibe tavilê herim radestî bibim.

Ku radestî nebim wê ji bo min biryara lêgerîna weke revokê leşkeri derkeve. Bêguman rastiya veşartî ya di binê van tiştên rû dan de ev e; aciziya, di serî de Oda tv û ya mihraqên tarî yê dewletê, ji xebatên fidakarî ya kadroyên Tevger’ê ya di dema derbasbûn û piştî derbasbûna Pêşmergeyan ya ji Bakurê Kurdistanê de ye.

Di van 3 rojên dawî de hêrsa dewletê ya Alaya Kurdistanê ku li avahiya Tevgerê ya Amedê hatibû dardakirin, nişana, wê dewlet bi hemû hêza xwe êrişî me bike bû. Bi kurtasî makyaja dewleta Tirk ya mêtînger ku navê demokrasi û krîterên benîn ya YE lê kiribû rijiya û careke din rûyê dewletê yê rast hate dîtin. Dewleta K.T (T.C) piştî 80 salan hebûna Kurdan qebûl kir, lê wisa xuya dike ku qet nêta wî nîne ku mafên Kurdan yên netewî qebûl bike. Piştî vê saetê peywira li ser me, bi zanîna pirsiyariyên xwe û bi giraniyeke mezintirîn bilindkirina alaya têkoşînê ye.

Di dema binçavkirin û piştî binçavkirinê de, ji heval û hogirên ku piştevaniya me kirin, bi telefonê li me geriyan û peyam şandin re spas dikim û ji dilê wan ên spehî maç dikim.

Serhat Mérdînî

Back to top button