Nivîsar

Doza lêborînê ji birayên xwe yên kurd dikim

Nivîskar û rojnemevana  rojnama Yenî Şafak ê, Hilal Kaplan ji bo helwesta medya Tirkî ya di derbarê komkujiya  Qilebanê (Uludere) de doza lêborînê ji kurdan kir.

Di nivîsa xwe de Hilal Kaplan dibêje: Niha kujerê van 35 hevwelatiyên me PKK bûya bifikirin ka wê çi bibûya. Dê serokkomar peyamek fermî ya sersaxiyê biweşanda. Dê serokwezîr Erdogan di konferansek rojnemevanî de bigota “ kezeba min dişewite“ û gotinên di vê çerçovê de  bihatan gotin. Dê medyayê  hemî nûçe wek flaş û nûçeyên gava dawî ragihandan. Dê navê vê bûyerê ne “ Operasyona li tixûbê Iraqê“ bûya. Dê nav “ Komkujiya li tixûbê Iraqê“ bûya.

Hilal Kaplan berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Yek ji van tiştan çênebû. Ji ber ku tişta zêde bala me dikşîne ne mirina insana ye, kî ew kuştine.

Kaplan dawiya nivîsa xwe de dibêje: Ez  wek jinek ji malbatek Tirk, wek jinek nivîskarek misilman li ser navê xwe ji bo her tişta ku bûyî, ji bo ez bi sinor dikarim hinek tişta bikim, ez di serî de ji malbat û kesûkarên  yên jiyana xwe ji dest dayîn û ji hemû birayên xwe yên kurd doza lêborînê dikim. Şîna we şîna me ye. Em vê ji bîr nakin û nahêlin bête ji bîr kitin.

Rojevakurd

Back to top button