Polîtîk

Doza kurê xwe ji PKKê dikin

Malbata ku zarokê wan çûyê nav PKKê, li Meydana Seyîd Riza ya Dêrsîmê kon veda û endamên malbatê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem kirin. 

Feramûz Ûlag ê ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di Pola 3 ya Beşa Pizîşkî de dixwend, malbata wî ji 1ê Kanûna 2014an ve ti agahiyeke jê wernagire.

Malbata ku li Wanê dikeve ser şopa wî, agahiya ku ‘derketiye çiyê’ distîne û ji ber wê jî li Wan û Amedê bi partiyên siyasî re pêwendî datîne û ji wan daxwaz dike ku zarokê wan lê vegerîne. 

Malbata xwendekar Feramûz Ûlag piştî bendewariya meh û nîvî biryar dide ku ‘heta vegerandina zarokên wan bikevin gireva birçîbûnê’. Malbatê bi vê armancê ji duh êvarê ve li Meydana Seyîd Riza kon vedane û dest bi gireva birçîbûnê kirine.  

Dayîka Feramûz Ûlag ,Fîdan Ûlag ji Rûdawê re diyar kir ku bi armanca vegerandina kurê xwe heta niha sê caran bi halê xwe yê nexweş serdana Wanê kiriye û wiha got: 

“Gurçikên min nemane, lewma ez dikevim diyalîzê. Bi vê rewşa nexweş ez sê caran çûm Wanê. Em çûn Amedê. Lê me ti encamek bi dest nexist. Em pert û perîşan bûn, heta ku lawê min li me venegerînin emê li vir gireva birçîbûnê bidomînin.”

Endamên malbatê ku ji bira, dayîk û xûşkên Feramûz pêk tê; pankartên ku ‘Ez kurê xwe dixwazim’, ‘Ez birayê xwe dixwazim’ hildane û daxwaz dikin ku demildestê Feramûz li wan bê vegerandin.

Back to top button