Civak

Doza KCK-ê û Îdiayên balkêş

Îdianama di derbarê 151 kesên ku bi tohmeta endametî û rêxistînkirina KCK-ê hatîn girtin ji aliyê dadgehê ve hate qebûl kirin. Ev îdianame ji 7 hezar rûpelin û îdiayên gelek balkêş di tê de cih digrin.

Li gora ku di vê îdianameyê de hatiye diyarkirin, demekî PKK-ê dayîna konseran li Almanya  ji bo Îbrahîm Tatlises qedexe kiribû. Tatlises jî bi awayekî pêwendî li gel kesayetek ji PKK-ê datînê û daxwaz dike ku, bila qedexekirina PKK-ê ji bo wî danî rabe û ew bikaribe li Almanya konserê bide. Ji bo vê jî Tatlises dixwaze berpirsê PKK-ê bibîne û hinek pere bidê wan û karê xwe bike.

Beşek din di yê îdianameyê de behsa hinek pêwendiyên Celal Talabanî tê kirin. Tê gotin ku demekî serokê Iraqê Talabanî li Başûrê Kurdistanê hevdîtinekî li gel berpirsên DDP-ê dike. Di vê hevdîtinê de Talabanî dibêje: “ Pêwendiyek ya min li gel Apo heye.Carekî ji minre bi rêya parêzerên xwe nameyek rêkirî bû. Daxwazên ku Apo kirîbûn min gihand berpirsên Tirkiye. Min daxwaziya agirbestê kirîbû.“

Herweha gelek îdiayên cur bi cur û balkêş hene.

Back to top button