Civak

Dolar: “ Em bi xwedê bawerin“

Gotina

DOLAR:  ”EM BI XWEDÊ BAWER IN”

 Ev nivîsa li sernavê, ne ya li ser diravê bisilmanan e, lê ew li ser diravên Emerikaya Hevgtî nivîsandî ye:

”IN GOD WE TURUST” ango ”EM BI XWEDÊ BAWER IN.”

 Demek berê di medyaya Tirkiyê de hema bêje her roj nivîs li dij Dolarê Emerikayê dihatin weşandin û li mizgeftan waz jî weha dihatin kirin:

”Yên wan Dolar hene, yê me jî Xweda heye.”

Li ser banqinotên Tirkiyê wêneyê Ataturk hene. Ew Ataturkê mizgeftan hilwedişandin û banga pîroz guhertibû, xelkê ji tirsan Qurana pîroz vedişartin.

Min berê jî dîtibû ku nivîsa ”EM BI XWEDÊ BAWER IN” li ser Dolarên Emerikayê heye. Dema li Googleyê ketim nava lêgerînê, min dît ku ev hevok li ser diravên kaxez ên banqinotên 1, 10, 20 û 100î hatiye nivîsandî ye.

Çewa ku li ser vî baqinotê seddolarî jî ”IN GOD WE TURUST” ango em bi Xwedê bawer in tê dîtin,  berê ew nivîs li ser diravê zîvîn jî hebûye.

 Niha 57 welat li Cîhana Îslamî hene û tev jî pereyên wan li piyasê hene. Li ser banqinotên wan nivîseke ku behsa Xwedê bike tune. Tev jî xwe ji bo Xwedê di çengek av de dixeniqînin.

Emerikaya ku jê re ”kafir” û ”fileh” dibêjin, va ye li ser diravên xwe daye nivîsandin ku ew bi Xwedê bawer in.

De îcar lê temaşe bikin.

Bawermendî çi ye û çewan e?

 Xwedayê mezin ya xêrê bike.

 Stockholm 04/ 10/ 2018 

 Zeynelabidin Zinar 

Back to top button