Polîtîk

Dizeyî: Pêşmerge ji Kerkûkê û deverên din dernakeve

Hikûmeta Kurdistanê bersiva daxuyaniya Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir ya şîiyan ku, gotibû divê hêzên pêşmerge ji Kerkûkên û deverên din paşde vekişin, da û got ku, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji Kerkûk û deverên  kurdistaniyên erveyî îdareya herêma Kurdistanê paşde venakişin.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di bersiva Hadî Amirî de dibêje:
–          Ji bo paşdevekişandina hêzên pêşmerge ji deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê tu biryar nînin. Hêzên pêşmerge nuha wan deveran diparêzin û çûna pêşmerge bi wan deveran ji bo parastina emniyetê ye. Arteşa Îraqê nikarî wan deveran biparêze.
 
–          Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ser bi wezareta pêşmerge û li jêr biryara serokê herêma Kurdistanê de ye. Hêzên pêşmerge bi tenê bi biryara serokê herêma Kurdistanê û biryara wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê tevdigerin. Her kes û aliyê ji derveyî van her du saziyan li ser paşdevekişan yan bicîkirina pêşmerge daxuyaniya bide, dîtinek siyasî û şexsiye.

Weke tê zanîn duhî roja sêmeniyiyê Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir, baskê çekdariyê şîiyan, serdana bajarê Kerkûkê kir û di pireskonferensekê de digel Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê li bajarê Kerkûkê got: ”Em rê nadin hêzên pêşmerge li deverên cîyê nakokiyê (deverên madeya 140) bi cî bibin.”

Back to top button