Polîtîk

Diyare PKK nedixwest Amerika bi mûşekên xwe êrîşî Daîş bike

Rojnamevan û derhêner û şêwirmendê siyasiyê PKK Baki GÜL ku li (ROJTV-NUCETV, STERK TV, Fırat Haber Ajansı (ANF) ve Y. Özgür Politika, Ö. Gündem) de bi awayeke çalak kar dike, li ser tora civakiya twitter ê nerazîbûna xwe ya li hember êrîşa mûşekî ya Amerîka ya li dijî Daîşê nîşan daye û ew kesên ku li hember vê êrîşa Amerikayê xweşhal bûne wan bi caş û xayîn bi nav dike.

Çepgirê PKK yî yê Tirk Baki Gul li ser rûpela taybetî ya twittera xwe de wiha ragihandiye: Hindî kesên xayîn û caşên alîgirên mûşekên Amerikayê hene. Baweriya xwe bi jin û zilamên Kurdistanê bînin. (abd’nin füzelerine ne kadar da meyilli işbirlikçi tip varmış.. Kürdistanın yiğit kadınları ve erkeklerinin direnişine güvenin)  

Baki Gulê Tirk wiha diyare nerazîbûna PKK ya li hember dijî êrîşa Amerika li ser Daîşê aniye ziman ku wan nedixwest Amerika êrîşê Daîş bike. 

Wekî tê zanîn ku kesên wekî Baki Gul karûbarê wan dijayetîkirina Kurdayetî û hêzên Kurdistaniyane û mixabin kesên wekî wan PKK birêvedibin û bi van pesindanan xort û keçên Kurdistaniyan dixapînin û berê wan didin rêyeke tarî û mirinê.

Back to top button