Civak

Diya Ciwan Haco çû rehmetê

Diya hûnêrmendê naskirî Ciwan Haco saadet xanim  li welatê Swed çû ser dilovaniya xwe. Saadet Xanim temenê 86 salî li nexweşxaneyê piştî nexweşiyek dirêj doh evarî çû rehmetê.  saadet xanim ji binemala  Resulê Miheme bû û ew jî sala 1929-ê piştî serhildanekî şkestin û hatin binê xete.

Seadet herweha pîreka Brahim Haco bû. Kurê wê Nayif Haco jî li Bakurê Kurdistanê hatibû şehîd kirin. Sadet xanim dibe meta nivîskarê Rojeva Kurd Dara Bîlek û dibe jin mama nivîskarê Rojeva Kurd kamîran Haco jî.

Em wek desteya rêvebir ya Rojeva Kurd, serxweşiya binemala Haco û zarokên wê û herweha li tevahiya mirovên wê dikin. Bila rehmeta xwedî lêbe û cihê wê biheşt be.

 

 

Back to top button