Nivîsar

DİWARÊN SEQAKİRÎ

Şerefxan CizîrîEv bi salane ku tevgera netewî, rêxistinên milî û demokrat di nava xwe de diwar in ava kirine ku mirov nizane bê ka çi navan li vê rastiyê bike. Ji bona ku em karibin navekî rast li vê konaxê bikin hinek têgehên nu ji me re lazim in. Analîz û ramanên nu ji me re lazim in. Bi van analiz û ramanan divê em çarçewa xwe ya milî zelal bikin. Divê mirov ji xwe bipirse; kerestên wan diwarên seqakirî ji çi ne, çima hatine avakirin, armanca wan diwaran çi ye û xizmetê ji kê re dikin? Avakirina wan diwaran ji hêla teori û pratik de baş ne diyar e. Çima hatine avakirine kes baş nizan e. Yên ku diwar di nava xwe de avakirine hicetên teramera didin pêş. Dîtinên wana ne tebût in.Dibêjin; em milî ne lê pewistiyên milîbûnê bicih nayînin. Dibêjin; em demokrat in lê pêwistiyên demokratbûnê bicîh nayinin. Dibêjin; em di doza milî de hevbeş in lê weke mirovên bexil tevdigerin. Dibêjin; doza welat pîroz e lê bi pirsên biçûk wextê xwe derbas dikin. Dane dûv erbanê û selawatan didin! Ango hişmendiya wana ya milî ne zelal e û qûrmiçî maye.  Ji bona ku diwarê xwe biparêzin ji heft bîran ava dikişînin, lê dewla wana jî kul bûyê. Şeritên ku pê avê dikişinin rizyayî ne û ava di bîra wana de jî miçîqiye.Ma ev ne rewşeke patalojik e?Kurdperwer jı ketine dorê û li bendî wan in ku avê ji me re bînin!Wey Meşeleh ji me re! Berikelah ji tevgera Kurdan re…Beriya her tiştî ev diwar ne bi hest û ramanên milî hatiye avakirin. Ev diwar ne di navbêna dagirkeran û Kurdan de hatiyê avakirin, diwar, di nava Kurdan xwe bi xwe de avabûye. Bingehê wî diwarî di nava gelê me de tüneye. Gel, ji dil can dixwaze ku ew diwar ji nava Kurdan rabe. Ji bona wilo gelek caran gelê Kurd tevger û rêxistinan şîyar dike, erken milîbûnê dide pêşberî wana. Lê di pratikê de yên ku ev diwar ava kirine, gav bi gav ji hest û ramanên hevbeşiyê bidurketine. Ew bûne hêsirên tevgereke bêarmanc û bêpêşêroj. Tenê ji xwe re hene. Sixleta wana ya sereke; xumambûn, lawazbûn, nekirkêrî û sergejî ye.Divê Kurdperwer wan tevgeran şiyar bikin û rêya rast bidin ber wana. Di vê xebatê de kesan ku xwe bêşerm xistinê pêşiya doza netewî divê werin rexnekirin. Ev mirov dibêjin ku, ez tunebim wê tofan rabe, li welatê Kurdan kevir li ser kevir namine! Quretiyên vingîvala dikin. Gelek caran xwe û Kurdistanê dixînin heman astê û ji nezanan re dîtinên ne tebût pêşkêş dikin. Li deverên xali siyaset û propaganda dikin, ew dibêjin û ew li xwe guhdar dikin û li bin sîya dara bihê jî bêpîvan pesnê xwe didin!Diwarê seqakirî ku em qala wîna dikin bêhişmendî hatiye avakirin, bê plan û program hatiye pêşiya me û divê were hilweşandin. Ev diwar bêhişmendî xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike. Nahele hest û ramanên netewayetiyê di nava Kurdan pêş de biçin, kur bibin.  Rê li pêşiya tevgera siyasî – milî û xelkê Kurd digire ku hevdû himbêz bikin, bi hevdû şa bibin, li hevdû bibanin û li doza netewî bi hevre xwedi derbikevin.Ez ji dil dibêjim; ev diwarê bênamus divê ji aliyê Kurdperweran de bilez were hilweşandin.Tevger û rêxistinên Kurdan yên ku xwe weke netewî pênasin dikin, divê bi hevdû re wi diwarê ji nava xwe rakin. Hewcedariya Kurdan bi vî diwarî tüneye. Diwar, Kurdan ji erdhej û firtonan nikare biparêz e. Ev diwar bikêrî tu rêxistin û tevgerên Kurdan naye. Ew diwar hêzên milî ji hevdû dûrdixine, ew diwar cemidandinê dixê nava civaka Kurdan, ew diwar hêza Kurdan qels dihele. Ew diwar dikeve pêşiya siyaseteke afirîner, ew diwar bêbahweriyê di nava gelê Kurd de belav dike. Ango ev diwar bikêrî şêlileh naye û doza Kurdan lawaz dike.Ji ber van sedeman divê ev diwarê bênamûs were hilweşandin!Ji bona ku em vî diwarî bi hevdû re hilweşînin divê em nirxên hevbeş derxînin pêş. Divê em berjewendiyên welat û gel baş pênasin bikin û xwe li dora wan berjewendiyên hevbeş komî ser hev bikin. Gav bi gav tevgera Kurdî divê hest û ramanên xwe zelal bike. Kurd divê rexistinên xwe li gora vî bingehî ava bikin. Xwe di her warî de tekûz bikin, ekonomî, perwerde, ziman, hûqûq, diplomasî, bajarvanî, kultur, rêxistinî, temsilîyet, medya, sivil, belê,  di her warî de hevbeşiyê derxine pêş. Bahweriya gel qezenç bike û yêkrêziya Kurdan bide pêşiya xwe.Ango bi gotineke din divê Kurd bibin netew ji bona xwe.Yên ku ji bona vê armanca hevbeş ji dil û can ne amade bin, bila biçin mala xwe û pariyên nan biçinin nava şorba xwe. Bila ji xwe re li kurtêlan bigerin û di nava civata ciwamêran de quretiyan bikin. Bila ji malbata xwe re pesnê xwe bidin û di nava ciranan de qala serpêhatî û derbasbûna xwe bikin. Bila ji dagirkeran re bibêjin; ji Kurdan tiştek dernakeve, Kurd bikêr nayên, pêşeroja Kurdan rêş û tariyê, doza Kurdan vala ye ûhw…Wê gavê emê jî hevdu baş nasbikin, wê ewrên reş ji hevdû belav bibin, wê rojê li welatê me wê Roj bixêr careke din hilê, ronahiya vê Rojê wê ji ya hemû caran betir geş be û emê vê carê baş bibînin ku dew birayê mêst e û ji dew jî tucaran dims çênabe!

Back to top button