PolîtîkRojev

Divê tixûbeke yekcar ji bo tawan û kirdarên terorîstan bê danîn..

Serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta bûyera diltezin a şehidkirina 9 pûşmergeyûn Kurdistanê û 3 hemwelatiyûn sivîl daxûyaniyek ragihand.Neçîrvan Barzanî dibûje: Êrîşa rojaneya terorîstên Da’îş, êdî karvedanên tund û bi lez û li ber girtina rêkarên berevanî û serbaziya bi hêz ya li Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze ku tixûbeke yekcar ji bo tawan û kirdarên terorîstiyên wan bê danîn.

Payama Serokê Kurdistanê:

Gelek bi tundî şermezariya êrîşa dirindaneya şeva derbasbûyî ya terorîstên Da’îş li navçeya Sergeran û Qereçûx ya li tixûbê Mexmûrê li ser xelkê sivîl dikîn ku li encamê da sê bira ji yek malbatê şehîd û çend welatiyeke din jî birîndar bûn, li gel şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman û birîndarbûna hejmareke dinê di dema operasyona li ser terorîstan da.

Pirse û serxweşiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdan dikîn û bi dil ve hevsoz û hevxema wanîn. Xwedayê mezin giyanê şehîdan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan bibexşê. Hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Êrîşa rojaneya terorîstên Da’îş, êdî karvedanên tund û bi lez û li ber girtina rêkarên berevanî û serbaziya bi hêz ya li Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze ku tixûbeke yekcar ji bo tawan û kirdarên terorîstiyên wan bê danîn.

Ji bo vê mebestê pêdaçûnê bi rewş û şiyanên serbazî da û hengavên bi lez û niha yî ya ji bo hemahengiya çalaktir ya artêşa Iraq û Pêşmerge û beşdarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêwîste ku valahiya emnî û serbazî bi taybetî li navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqîyan pir bike.

Li rûyê siyasî ve jî divê hemû hêz û aliyên Iraqî bizanin ku heta proseya siyasî rasterê nebê û aramiya siyasî li welat bi cîh nebê, terorîst zêdetir ji rewşê derfet dibînin, ji bo wê yekê erkê pêşîneya niştimaniya tevahiya Iraqiyane heta zû ye nakokiyên siyasî derbas bikin û em hemû pêkve ji bo rûbirûbûna terorê û vegerandina aramiyê kar bikîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
03.12.2021

Back to top button