Polîtîk

Divê Tirkiyê lêborînê xwe ji Kurdan bixwaze

Serokê Giştî yê Partiya Doz û Azadiyê (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu got, ji ber zilma heta niha li hemberî Kurdan hatiye kirin divê Tirkiyê bi fermî lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze.Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di hevpeyvîneke ligel ajansa fermî Tesnim a Îranê de behsa pirsgirêkên Kurdan kir.Zekeriya Yapicioglu wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me hinek daxwazên xwe yên sereke di bernameya partiyê de nivîsandiye. Di destpêkê de ji ber zilma heta niha hatiye kirin divê bi fermî li ser navê dewletê (Tirkiye) lêborîn ji Kurdan bê xwestin.”Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku nabe her kesî hemwelatiyê Komara Tirkiyê weke nijad tirk bê binavkirin.Di berdewamiya axaftina xwe de Serokê Giştî HUDA-PARê got jî: “Divê sistem dev ji paradîgmaya xwe ya vederkirina pêkhateyan berde. Divê li ser bibgehên îslamî yên birayetî edalet bê pêk anîn. Bila birayetî tenê ne di gotinan de bimîne û bila pêwîstiyên hiquqê bêne bicîkirin. Bila zimanê kurdî jî weke fermî bê qebûlkirin û her kesekê ku zimanê zikmakî yê wî ne tirkî be, bila bi zimanê zikmakî yê xwe perwerde bibe.”Serokê Giştî yê HUDA-PARê herwiha destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dengê xelkê hatiya hilbijartin û dewletên herêmê û tevahiya welatên cîhanî wî weke serokê Herêma Kurdistanê qebûl dikin. Rûdaw

Back to top button