Kultur

Divê Şivan Perwer lêborîna xwe ji Pêşmergeyan bixwaze!

Ji mafê herkesî ye ku henekan bike. Mirovên ku dizanin henekan bikin, mirovine dinyadîtî û xwedî ezmûn in. Kesên ku dizanin henekan bikin, pir kêm in. Hin henek hene xweş in, hinên din bayix, ango bêtaam in. Hin henek jî hene bêwate ne û dikarin kesên ku dibin armanca henekan, sivik û pîs bikin. Heneka Şivan Perwer a li ser Pêşmergeyan jî sivikkirin û pîskirina Pêşmergeyan e.

Çi cara ku Şivan Perwer serdana Kurdistana Iraqê dike, Pêşmerge ne yên ku wî diparêzin. Pêşmerge ji hunermendê xwe hez dikin û qedrê wî digirin. Ji xwe strana “Wa hatin Pêşmergên me” yek ji xweştirîn stranên Şivan Perwer in. Pêşmerge ji vê stranê hez dikin. Ew ji Şivan hez dikin. Lê bi heneka xwe ya sê caran dubarekirî li pêşiya bêtir hezar kesên di konsêrta xwe ya li Berlînê de, Şivan îhaneteke mezin li Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Ku îrojroj beşek ji Kurdistanê azad e, bi xêra Pêşmergeyan e. Ku îroj Kurdistana Iraqê ewletirîn herêma Iraqê ye, bi xêra Pêşmerge û leşkerên kurd e. Di dema Sedam Hisên de, kesê ku dibû Pêşmerge, jiyana xwe rastî xetera girtin û xeniqandina ji aliyê zilamên rêjîma Bees ve dikir. Bi taybetî ew Pêşmergeyên wan rojan ciyê rêzgirtineke bêsînor in. Mirov ser hesabê wan henekan nake! Rastiya ku di konsêrtê de endamek parlamenta Tirkiyê û nûnerên balyozxaneya Tirkiyê li Berlînê jî amade bûn, sedemeke din e ku mirov Pêşmergeyan nake armanca henekeke ewqas bayix û bêwate.

Ji dema ku endamên hikûmeta Tirkiyê ji Şivan Perwer dixwazin ku vegere Tirkiyê, Şivan Perwer ser xwe çûye. Şivan şevekê yan konsêrtekê bernade bêyî ku ew teqez bike ku ew ne hunermendek biqail e, lê bêtir mirovek ku tirêna zanebûn û rewşenbîriyê lê çûye bêyî ku Şivan bikaribe lê siwar bibe. Çendîn Kurd qedrê Şivan Perwer digirin, çendîn hikûmet û serokatiya Kurdistana Iraqê qedrê Şivan digirin û di gelek munasebetan de destên wî yên dirêjkirî tije dollar dikin, ewqasî Şivan ser xwe çûye û nizane xwedî li vê rêzgirtinê derkeve.

Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer hişyar bibe. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer rêzê li xwe û miletê xwe bigire. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku axavtinên wî yên bêwate di konsêrtan de ziyanê digihînin wî û hezkirinên muzîka wî. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku berjewendiyên wî yên şexsî ne li ser hesabê xelkê ye. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer lêborîna xwe bixwaze ji her Kurdekî, bi taybetî ji her Pêşmergeyekî Kurdistanê. Êdî dem hatiye ku desthilata kurdî Şivan Perwer baş nas bike!

Sîrwan H. Berko – Berlîn
E-Mail: [email protected]

(amude)

Back to top button