PolîtîkRojev

Divê sînorek ji van êrişên terorîstî re bê danîn

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bingeheke hêzên Tirkiyê li Başîkê weke “êrişên terorîstî” bi nav kir û ragihand, “dubarebûna wan êrişan bo çend caran pêwîstî bi helwêsteke ciddî heye û divê sînorek jê re bê danîn.”

Di daxuyaniyeke nivîskî de Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî wan êrişan şermezar dike û dibêje, “ti hêncetek ji bo van êrîşan nîne, ji xeynî ziyan û têkdana aramî û alozkirina zêdetir a rewşa Iraqê, ti tiştekî din li pey nayê û bi temamî li dijî berjewendiyên welat e.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan. Saziya Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand, êriş bi mûşekekê bûye û mûşek li nêzîkî firokexaneyê ketiye xwarê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daye xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji ber êrişê ti ziyaneke canî çênebûye û tenê ziyanên madî bûne û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Back to top button