Polîtîk

Divê PKK jî dev ji sîyaseta xwe ya şerê kolanan berde

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Mêrdînê Axaft ; “Divê mafên Kurdan yên demokratîk û netewî bên bidest xistin”Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 12.02.2016ê li gel heyetek ji rêveber û endamên PAKê pêk hatî li Mêrdînê civîneke çapemenîyê li Teşkîlata Mêrdîn ya PAKê  lidarxist. K24 TV, TRT Kurdî  û gelek dezgehên ragahandinê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.Mustafa Özçelik di vê civînêde behsa xebatên PAKê yên giştî , rewşa Bakurê Kurdistanê û behsa Konferansa ku 6 partîyên Bakurê Kurdistanê li Amêdê lidarxistibûn  kir.Mustafa Özçelik di civîna çapemenîyê de anî ziman ku çarenûsa Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê di dîrokêde care yekeme di vê mustewayê de bi hevre hatine girêdan, tesîrê lihev dikin.Mustafa Özçelik got ku tekoşîna azadîyê ya li parçeyekî  Kurdistanê gava ku bi stratejîyeke berjewendîyên her çar perçeyên Kurdistanê bifikire, tevbigere  wê bikaribe pêşve biçe.Û got îro  hedef û rêyên tekoşînên her perçeyan dikare ji hev cuda be lê divê her Kurd xwişk û birayên xwe yên li perçeyên din bifikire û li gor wê gavan biavêje.Mustafa Özçelik piştgîrîya xwe  ya jibo referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê  careke din anî ziman û bang li hemû Kurdên cîhanê kir ku, piştgirîya serxwebûnê bikin. Herweha Mustafa Özçelik, bang li partîyên li Rojavayê Kurdistanê yên wek PYD , ENKS û hemû partîyan kir ku bila tifaqa xwe pêkbînin û rêvebirîyek hevbeş ya leşkerî, aborî û sîyasî lidarbixin. Heta ku Kurd tifaqa xwe pêk neynin, dê nikaribin li ser maseya çareserîyê de, wek alîyekî Kurdistanî bêne qebûl qirin. Mustafa Özçelik got Rejîma Îranê dixwaze li hevhatina li gel 5+1 ya jibo bernameya nuklerî  wek hêzekê li himber Kurdên Rojhilat bikar bîne. Jiber wê jî divê hemû partî û hêzên rojhilatê Kurdistanê bi yekgirtineke neteweyî û xurt li himber rejîmê têkoşîna azadîyê geş bikin.Mustafa Özçelik jibo şerê ku li Bakurê Kurdistanê didome demildest bisekine careke din bang li dewleta Tirkîyeyê kir ku dest ji van êrîş û kuştinan berde û got ku divê PKK jî dev ji sîyaseta xwe ya şerê kolanan berde. Herweha got çawa ku xelet bû 3 salan Dewletê bes bi PKKê re dayin û stendin kir; îro jî bi siyaseta xelet dibêje emê PKK û HDPê di hevdîtinan de tune bihesibîn.Dewlet divê li gel hemû partî û pêkhateyên bakurê Kurdistanê rûne.Mustafa Özçelik anî ziman ku maf û azadîyên Kurdan yên herî esasî yên mirovî û netewî  demokratîk  bi çekberdanê û şerrawestandinê re nikare bê endeks kirin û ev bes Kurdan rencîde dike. Divê demildest ev maf bêne cî bi cî kirin.Piştî civîna çapemenîyê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel endam û dostên PAKê yên li Mêrdînê civînek agahdarî û şewirê lidarxist. Civîn gelek berhemdar bidawî hat. 13.02.2016Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button