Hevpeyvîn

 Divê neyê jibîrkirin ku hemû partî û saziyên fermî yên Kurd, li gor zagona Tirkiyê hatine avakirin

Zeynelabidîn Zinar di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje : Sazî û partiyên Kurd ên siyasî, bi riya têkilî û guftûgoyan divê hevkariyeke mezin di navbera xwe de avabikin û bawerî bidin hevûdu, hingê wê karibin di hilbijartinê de jî gelek tişt bi dest bixin.

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Zeynelabidîn Zinar: Hilbijartineke giştî ya herêmî, di meha Adara 2019an de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çêdibe. Çendî ku roja 24ê Adarê  hatiye kifşkirin jî, lê gumaneke mezin heye ku hilbijartin bête bipaşxistin.

. Eger hilbijartin di dema xwe de çêbibe jî, bi baweriya min wê li Bakûrê Kurdistanê guhartineke mezin ji hilbijartinên berê cuda derkeve holê.

Partiya HDPê di hilbijartinên berê de derfet û mercên xwe rind bi kar neanîne. Ew yek bû sedemê zêvirtiya xelkê û jê dilsar bûne.

. Nişteciyên bajaran dizanin ku eger şaredarî têkevin destên HDPê jî, dewlet alîkariya diravî nadê.

. Jixwe daxuyanî û rûdanên van demên dawî ji aliyê hin rayedarên HDPê ve ku çêbûne, xelkê Kurd bêzar hiştine.

Eger hilbijartinên herêmî bête bipaşxistin, wê ji ber van sedemên li jêrê be:

. Lawaztiya rewşa aborî ya Tirkiyê.

. Bêaramiya rewşa siyasî ya Tirkiyê.

. Gelek şaredarî hene ku di binê desthelatiya QEYÛMan de ne û piraniya xelkê wan bajaran, ji wan razî ne.

. Metirsiyeke wisa heye ku dijberên AK Partiyê ger serokatiya şaredariyan qezenc bikin jî, wê serok bêtin girtin û dîsa Qeyûm têkevin şûna wan.

Tê gotin ku hilbijartinên herêmî wê di 24ê Adara 2019an de çêbibe, hinek jî dibêjin ku wê di 31ê Adarê de çêbibe.  Piştre hilbijartina serokkomarî di meha Tebaxa 2019 û ya parlemanê jî di meha Kanûna Paşî de çêbibe. Lê niha hazirî heye ku van hersê hilbijartinan di 20ê Kanûna Pêşî ya 2020î de çêbikin.

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

 Divê neyê jibîrkirin ku hemû partî û saziyên fermî yên Kurd, li gor zagona Tirkiyê hatine avakirin. Eger ew berevajiyê wê tevbigerin, yekser têne girtin.

Sazî û partiyên Kurd ên siyasî, bi riya têkilî û guftûgoyan divê hevkariyeke mezin di navbera xwe de avabikin û bawerî bidin hevûdu, hingê wê karibin di hilbijartinê de jî gelek tişt bi dest bixin. Yan jî Tevgera Kurd têkelî bi partiya desthelatdar re deyne, hingê dikare gelek şaredariyên Bakûrê Kurdistanê bi dest bixîne.

Lê belê eger her yek bi serê xwe tevbigere, yan jî sûda xwe ya partîtiyê bide pêş, yek ji wan jî karekî sûdmend bi dest naxe û nikarin di hilbijartinan de xwe bidin peyitandin.

 

Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawa dibînin.

 Karê bingehîn ên partiyên siyasî di hemû kar û barên wan de, berî her tiştî dibê ew bawerî bidin hev û ji hevûdu êmin bibin. Piştî ku ev yek çêbibe, karên dî şax û per in, kêm zêde ew dê çêbibin.

Çendî ku hin aliyên Kurd helwesta xwe eşkere kirine û xwe ji bo kiryarên baştir amade dikin jî, lê ji ber ku hêj demeke dirêj a hilbijartinê li pêşiya wan heye, her dem dibe ku ew ji wê helwesta xwe vegerin.

Xweşbîniya min niye ku ew dê karibin helwesteke baş werbigirin û di hilbijartinan de tiştekî bi dest bixin.

 

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?

 Pêkanîna tifaqa Kurdistanî li Bakûrê Kurdistanê pir girîng e herwekî nan û avê jî pêwîst e û divê li ser van xalên  bingehîn ên li jêrê bête kirin:

. Hemû aliyên siyasî, divê hevûdu bipejirînin û rêz li mafê hevûdu werbigirin.

. Divê hevkariyeke giştî were damezirandin.

. Divê hemû çînên civata Kurd û kesayetiyên xuyanî, cihê xwe di nava wê hevkariyê werbigirin.

 

Xwedayê mezin li Neteweyê Kur bêre rehmê û wan ji cewrê rizgar bike.

 

05/ 12/ 2018 A

Back to top button