Hevpeyvîn

Divê kurd ji bo azadiyê destê xwe bidin hev

Feyzî Mîrhesen bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje : Naxwazim kesan Partîyan bi nav bikim û rexnebikim. Lè Rewşa wan ku Mîli û biratî tè de hebe , destèn dagirkeran di nav wan de tunebe dê serbikevin..

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Feyzî Mîrhesen : Hilbijartin  di pîvan û demoqrasîyan de  îrada gelan . Lewre  Rèvebirèn  xwe hidibijèrin . Di warè Olî û  Civakî de  Rèvebirî heye , u bi dad û wekhevî civaka xwe birè ve bibin. Em di dema Medînè de  dibînin  ku hemu Ol û civavak  ji Misrîk û destpotan tèn rizgar irin . Pit re  di şehadeta  Hz Elî û Zarokèn  de , Ji alîyè Yezîdè Lawè Mayî de  serè ïma mè Huseyin u ser jè dikin , dest hilat darî dikeve destè  Zalîm û Serayan . Ev rèzik bi navè ‘ Ol’ û Demoqrasîyè, di Rojhilata Navîn de Hilbijartin  û Demoqrasî ji bona Zordestane . Ev nimune jî wek ku 40 Milyon Kurd hene lè ? wek ¨mamè Huseyin  serî jèdikin  û inkar û red dikin . 100 Şaredarî û bi Hezaran kes girtî û kuştî . Ka em çewan bibèjin Hilbijartin . Irada gelè Kurd li herçar prçeyan û bi teybetîjî  li Bakur  Sîyasî , Civakû çandî  û Olî nemaye . Lè nayè wè wateyè ku  gel dest ji tèkoşîna xwe ber de. Elbet  çi dibe bila bibe  di bè herin ser sandoqan , îrada xwe bikar bînin.

 

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

Kurd di vè rewşa inkar û tunekirfinè de  bi Partî û sîyaseta xwe ve dibè ku bikeve hilb ijartinan. Ev pirsgirik ne ya Tevgera Azadî û Hadepè bi tenèye. Inkar û tunekirina gelè Kurdèn Azadî xwaze.Des dirèjè rumet û destkevtina kurdan dikin . Li bakur û me li Başur jî dît , ku di referandumè de  çi anîn serè me Kurdan. Lè dibè em Sazî û Rèxistinèn Kurd , Bîrdozî , Ol û Bawerî çi dibe bila bibe , di warè Azadîyè de destèn xwe bidin hev . Neyènè listika Dagirkeran . Lewre dema di be kurd hemu hèzèn wan tèn bal hev du. Kes û hèzek bibèje , dagirker ji min hez dikin ? xalîyèn sor li ber lingèn me radixin , ew xwe dixapînin. Qazî Mihemed ,Seydayè Sèx Evdil selam  Berzanî , Seyîd Riza ,Seydayè Berzan  ü meşa  Sovyetè  em ji bîr nekin . Bakur û sîyaseta wè bi tenè nehèlin.

 

Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawa dibînin?

Bersîv ;Naxwazim kesan Partîyan bi nav bikim û rexnebikim. Lè Rewşa wan ku Mîli û biratî tè de hebe , Destèn Dagirkeran di nav wan de tunebe ? li hemberè Dagirkirin û tunebuna Birayèn xwe  serbi xwe û Azad bifikirin , em wanan pîrozdibînin. Na ger ku Tekoşîna  Rèxistin sîyaseta li  dijberya hev bikin kîjan hèz dibe bila bibe ew ji dagirkeran re xizmat dike.  Me rewsa Başur dîd çi anîn serè biraderèn me . Kerkuk û bi dehan bajar ji destèn me girtin . çima ?Ku  gotin em jî Mirov û xwedan rumetin.

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî pê avakirin?

Bersîv . Ji xwe Pirsgirik û èşa giran di vè pirsè deye / Ehmedè Xanî dibèje «  Ger hebuya ji bona xwudanek/ Alî kerem letîf û danek / Ïlm û huner  kemal û Ezan / Sèr û Xzel û kitèb u Dîwan/ Ger ku  ërişek were serè hizb û partîyek me Kurdan em bizeanîbin ku hatîye serè me hemuyan. Em rumeta Tèkoşèrèn xweyèn ji bona me canè xwe didin , û  di Zîndana dene biparèzin . Di tifaqè de , Azadî , Serxwebun û rumet heye . Bè tifaqîyè de  serî tewan din û  xulamîya Dagirkeran heye . Her çiqas bibèjin em îrada we nasnakin û carek din partîyèn we digrin jî, bibila herkes here îrada xwe bikar bîne.Bi gotinek Hz Elî « Kesèn serî li ber nemerdan û Zaliman bi tewînin, ew ne bi tenè mafè xwe ,Şeref û rumeta xwejî winda dikin ».

Feyzî Mîrhesen

 

 

Back to top button