Hevpeyvîn

Divê girîngtirîn hevalbendê Tirkiyê herêma Kurdistanê be

Parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîoglu di derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û helwesta Tirkiyê de axivî û ragihand ku eger em li ser vê erdnigariyê bi hev re bijîin divê em li gel hev pêşerojekê ava bikin û herwiha destnîşan kir ku divê têkiliyên herdu aliyan asayî bibin.’Parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîoglu di derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlona borî pêk hatibû û herwiha li ser helwesta Tirkiyê ya li hemberî vê referandûmê ji malpereke herêmî ya Amedê ya bi navê Diyarbakir Gazete re axivî.Galîp Ensarîoglu eşkere kir ku li Rojhilata Navîn zêdetirîn bazirganiya Tirkiyê li gel Iraqê ye û wiha pê de çû: ‘Bi rêjeya zêdetirî 11 milyon dolaran bazirganiya me li gel Iraqê heye ku 9 milyon dolar bi Herêma Kurdistana Iraqê re bû. Gelek cure tişt dihatin firotin. Dema ku mirov diçû Herêma Kurdistanê mirov xwe mîna li iha û Amedê be hîs dikir. Kenalên tirkî gelek zêde dihatin temeşekirin. Entegrasyonek hebû li gel Tirkiyê.’‘Îran bi pêşiya Tirkiyê ket’Ensarîoglu ragihand ku helwesta wî li ser wê yekê bû ku têkiliyên herdu aliyan qut nebin û wiha axivî: ‘Ew referandûm weke encameke kêşeyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hat û me di rastiyê de dît ku ev ne helwesteke li dijî Tirkiyê bû û herwiha hat dîtin ku destwerdaneke cidî ya Îranê hebû û di encama hewldanên wê yên kontrolkirina Rojhilata Navîn, piştî referandûmê ketina Kerkûk û deverên jêr destê milîşeyên Şîî tê wateya entegrasyona li gel Îranê û maf û têkiliyên me yên dîrokî yên bi wê deverê Îran ket pêşiya Tirkiyê.’‘Divê girîngtirîn hevalbendê me Herêma Kurdistanê be’Parlamenterê Kurd ê AKPê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ji îro û pê de jî divê partner û hevalbendê Tirkiyê yê li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê be û wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘Divê girîngtirîn hevalbendê me Herêma Kurdistanê be. Daxwaz û helwesta min li ser wê yekê bû ku li Rojhilata Navîn him di warê aborî û jim jî di warê manewî de ji bo berjewendî û pêşeroja Tirkiyê û herwiha entegrasyona bi Tirkiyê re, Herêma Kurdistanê ku bi Tirkiyê re di nav têkiliyên jidil de bû, partnerê herîî girîng û me daxwaz dikir ku ew têkiliyên bi wê herêmê re têk neçin û qut nebin.’‘Divê têkiliyên herdu aliyan asayî bibin’Herwiha Ensarîoglu ragihand ku divê têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê bikevein rewşeke asayî û wiha got, ‘Helbet divê têkiliyên herdu aliyan asayî bibin. Di têkiliyên navdewletî de ti caran ji ber bûyerekê pêwendî ewqas bi hêsanî nayên qutkirin. Eger em li vê erdnigaiyê bi hev re bijîn, divê em berjewendiyê hevpar pêk bînin. Herwiha divê em li gor wan berjewendiyên hevpar pêşerojeke hevpar ava bikin. Ango di vê erdnigariyê de têkiliyeke ku em li ser xemgînî û ne dilşadiya wna ava bikin, wê zêde ne temen dirêj be. Li wê deverê Kurd, Ereb, Tirkmen hene û xwîşk, bira û xizmên welaitêyên me ne. Divê em li gor vê rastiyê pêşerojekê ji xwe re ava bikin.’Parlementerê Kurd ê AKPê Galîp Ensarîoglu berî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê jî ku hikûmeta Tirkiyê li dij referandûmê derdiket, ragihandibû ku di her warî de têkiliyên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re hene, divê ew têkilî têk neçin û destnîşan kiribû ku divê her kes rêzê li biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bigire.Bas
Back to top button