Nivîsar

Divê em xwe ji roja qiyametê re amade bikin

Gelo ji niha de emê tedarika xwe bikin û xwe amadeyî hilbijartinên herêmî bikin yan dîsa emê siyasetek rojane bajon û bê plan û proje bin, pirsek mezin e.

Nûrî Çelîk

Ji hilbijartinan re çend roj man. Qedera Tirkîyê, ya Kurd û Tirkan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye. Dibe ku em Kurd negihên maf û heq û hiqûqên ku em dixwazin. Lê heger Tifaqa Millet, yanî CHP û şirîkên xwe qezenc bikin û Kemal Kiliçdaroglu jî xwedîyê soz û gotinên xwe be, belkî bêhna me Kurdan piçekî bê ber me û peşkên wan soz û gotinan li me jî bikevin.

Em bixwazin nexwazin, em parçeyek ji civaka Tirkîyê ne. Her çiqasî em xwe wek millletekî cuda û xwedîyê xakek cuda bibînin jî, dewleta Tirk dagîrkerê me û xaka me ye û em di nav wan sînoran de dijîn. Ji ber vê, bûyerên li Tirkîyê biqewimin me jî eleqedar dikin û em nikarin li hember wan bûyeran bêdeng û bê helwest bimînin. Em karibin ji kîjan desthilatdarîyê, ji kîjan partî û dezgehê sûdê wergirin û piçûk be jî maf û heq û hiqûqekî ji milletê Kurd re ji wan bistînin, ji me û pêşeroja me re kar e û ne xisar e. Wek min gelek caran gotiye, gavên piçûk ji bo pêşeroja me dibin wesîleya gavên mezintir. Yanî, kevirê mezin ne elameta lêxistinê ye, yê ku serî dişkîne kevirê piçûk e.

Îro pêwistîya demokrasîyê li ser zimanê herkesî ye. Herkes xwe bi benê demokrasîyê girtiye û dixwaze xwe pê berde bîrê. Her çiqasî dewleta Tirk û civaka Tirk ne ew dezgeh û kes in ku zû bi zû bibin demokrat û dilê xwe ji Kurdan re vekin jî, wer xuyaye ji xwestina demokrasîyê pê ve jî tu hêz, tu hêvî û alternative di destê me de nemaye. Şerê çekdarî ji xwe ji me nayê, ne hêza me heye, ne jî qudreta me. Tifaq yan yekîtîyek netewî nehatiye avakirin û xuyaye bi vê qûşê nayê avakirin jî. Li gor ku ji ezmanan jî kes destê alîkarîyê dirêjî me nake, ji xebata legal, demokrasî û parlamentarîzmê pê ve di destê me de tiştek namîne. Helbet bi hest û helwestek Kurdayetî, bi hest û helwestek netewî. Lê mesela me ne li ser vê ye, li ser qiyameta piştî hilbijartinê ye.

Ji niha de provokasyon û êrîşên hilbijartinê dest pê kirine. Alîgirên hikûmeta îro li gelek bajaran êrîşî partîyên dijberî xwe dikin û bi bêdengîya hêzên ewlekarîyê ev êrîş didomin. Heger Tifaqa Millet û Kiliçdaroglu bi ser nekeve, çi li bendî Kurda ye û wê çi bê sere Kurdan kes nizane. Ji ber ku wek millet û wek partîyên vî milletî em siyasetek rojane û ne stratejîk dikin, em nikarin pêşîya xwe jî bibînin û em bê plan, bê proje û bê hesab in. Ji ber tunebûna tifaqek yan yekîtîyek netewî, ji ber hemû partîyên me wek mirîşka gêj li wan hatiye, nikarin hesabê pêşerojê jî bikin, nikarin bi stratejîyek dûvdirêj nêzîkî meselê jî bibin.

Heger hat û Kurdan di vê hilbijartinê de daxwazên xwe bi dest nexistin, ji niha de divê xwe ji roja qiyameta piştî hilbijartina serokkomarî û parlamentoyê re amade bikin. Yanî, ji hilbijartinên herêmî re. Wek tê zanîn, piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bi salekê, îcar hilbijartinên herêmî dest pê dikin. Gelo ji niha de emê tedarika xwe bikin û xwe amadeyî hilbijartinên herêmî bikin yan dîsa emê siyasetek rojane bajon û bê plan û proje bin, pirsek mezin e. Heger ji niha de wek Kurd em xwe amadeyî hilbijartinên herêmî nekin û dîsa wek her carê ji hev tar û mar bin û herkes bêje ez û ez, emê ji dêrê jî bibin û ji mizgeftê jî. Hilbijartinên herêmî û desthilatdarîya bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê divê wek stratejîyek sereke bê dîtin û ji niha de ji bo wê amadekarî bên kirin. Em têk çûn, ma xwe têk bir, ziman mabû wa ew jî li ber windabûnê ye. Û ziman jî here ji xwe tiştekî ku wek millet me li ser lingan bihêle namîne. Di destê me de çend gund, bajar û bajarokên me mane. Heger em desthilatdarîya wan jî bi dest nexin û bi dest dijmin ve berdin, emê yekcarî li qûnê rûnên.

Ji ber vê ez dibêjim roja qiyametê. Hilbijartinên herêmî ji bo me roja qiyametê ye. Çi dibe bela bibe, bêyî ku li berjewendîyên xwe yên şexsî û siyasî bifikirin, divê kesayet, malbat, êl û eşîr, dezgeh û partîyên Kurd xwe ji bo roja qiyametê amade bikin û bi hest û helwestek Kurdayetî xwedî li Bakurê Kurdistanê derkevin û hûn sax.

Back to top button