Polîtîk

“Divê dewlet ji kurdan lêborînê bixwaze“

Bıngol – Partiyên siyasî yên Tirkiye  li bajarên Kurdistanê di kongreyên xwe yên herêmî de, dema diaxivin hêdî bi awayekî behsa pirsa Kurd û çareseriya vê pirsgirêkê dikin. Doh kongreya Partiya Saadetê ya Bingolê hebû. Serokê vê partiyê di kongreyê de axaftinek kir û behsa rojeva siyasî ya Tirkiye û pirsa kurd kir.

Serokê giştî yê Partiya Saadetê(SP), Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya kongreya Bingolê de got: “ Em pişgiriya guhertinên destûrê dikin, muxalefet xeletiyek dîrokî dike ku dijitiya van guhertinan dike. Evê 25-30 salin li Tirkiye şerek berdewam dike. Lê mixabin hêja dayîk digirîn. Herî dawî cardin bûyera Dersimê dilê me îşand. Em hemi xelkên vî axêne dive em birayetî bikaribin bi hevre bijîn. Kurd  ne ji ezmana hatinê ser vê axê“

Kurtulmuş berdewam bûna axaftina xwe de got: “ Li Girtigeha Diyarbekirê tiştên dijê mafên mirovan çêbûn. Gund hatin şewitandin. Dewletê dijê Kurda xeletiyê mezin kirine. Divê dewlet bikaribe ji millet doza lêborînê bike. Niha behsa çend bûyeran dikin. Ez serokwezîrbûma, dê min ji ava Firatê wir de her bûyera dijê xelkê çêbûyî mihasebe bikira û ji xelkê doza lê borînê bixwesta.“

Numan Kurtulmuş got ku, ez tê nagihim ji bo çi partiyên muxalefetê dijê darizandina leşkeran û yên înkilabên leşkerî kirîn derdikeve.

Back to top button