Civak

Divê daxwaziyên xelkê Basrayê bêne bi cîhkirin

Serok Barzani ji bo bûyerên li Basrayê rûdidin daxûyaniyen ragihand.Daxûyaniya Serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi rûdanên bajarê Basra û can ji destdan û birîndarbûna xelkê nerazî û pêşhatên çend rojên derbasbûyî ya li wî bajarî gelek nîgeranîn, hevxemî û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyan dikim û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim.Li gel wê yekê ku xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê bi mafê xelkê dizanîn li heman demê de em bawerin xelkê wî bajarî mafê wane li jiyanekî hêja da bijîn. Gelek seyre ku li dewlemendtirîn bajarê dinyayê da xelk bi destê kêşeya nebûna ava vexwarinê û belavbûna nexweşiyê binalê û ew mehrûmiyet û piştguh xistin hîç hêcetekî hilnagirê.Em tu demekî camêrî û germî û başiyên xelkê birêzê bajarê Basra ji bîr nakîn dema bi coşiyê ve pêşwaziya Barzaniyê Nemir û şanda pêre kirin ku ji ber xebata wan ya li dijî sîtem û cûdakariya salên dirêj hêviya xwe ji bo Yekîtiya Sovyetê biribûn. Ji bo wê yekê li vir da hevsozî û piştevaniyên xwe ji bo hemwelatiyên bajarê Basra radigihînîn û hêvîdarîn rêz li mafên wan bê girtin û daxwaziyên wan bêne bi cîhkirin ku li rastiyê da ew daxwaziyên wan sadetirîn mafe ku pêwîste her mirovek hebê.Daxwaz ji xelkê birêzê bajarê Basra dikim ku ji bo jiyana xelkê nekevê metirsiyê xwepêşandanên aştiyane û dûrî tundiyê bin. Bi pitrastiyê ve xelkê Herêma Kurdistanê jî ewê ji destê wan bê ji bo gihandina yarmetiya ji bo hemwelatiyên bajarê Basra de kêmasiyê nakin.Mesûd Barzanî05.09.2018 
Back to top button