Civak

Divê bingehên mafê mirov û bihayên mirovî li yasa û biryaran da reng bidin

Li Hewlêr bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û hejmarek ji Wezîr û Parlementerên Kurdistanê û yasanas û parêzeran, rêwresma şeşemîn Kongreya Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê birêveçû.

Li rêwresmê da piştî pêşkêşkirina çend gotarek ji aliyê amadebûyan ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz…

Beyanîtan baş…

Bixêrhatin… hemû aliyek gelek bixêrhatin

Xweşhalim îro pêkve beşdarî li rêwresma sazkirina şeşemîn Kongreya Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê dikîn. Bi germî pîrozbahiyê li hemû endamên Sendîkaya Parêzeran dikim û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim.

Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê ji bilî karê xwe sendîkayî, li erkên niştimaniyan de jî amadehiyeke xwe yê ber bi çav hebûye. Her li beşdariya endamên hilbijartinê yek li dawiya yekên Kurdistanê bi serpereştîkirin û birêvebirina wêstgeh û binkeyên dengdanê, heta hevkarîkirina amadekirina çendîn proje yasaya girîng ya ji bo Parlemena Kurdistanê û erkê dinê niştimanî, wekî dakokîkirin û parastina xwebexşên mafên enfalkiriyan, hewlên wan ya ji bo bi jenosaydnasandina wan tawanan ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin. Her wiha amadeyiya wan ya ji bo dakokîkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê li Iraqê da, ev hemû ew tiştên ku cihê şanaziya me û cihê şanaziya wan bi xwe ye û destxweşiyê li wan dikim û spasiya wan dikîn.

Amadebûyên birêz…

Civaka dirust û pêşketî, kultura siyasî, çandî û civakî ya mirovdostên serdemiyaneye ku destûr û yasaya guncav li gel wê kultûrê ye, çarçêweya maf û erk û berpirsiyariyetiyên wê têda diyar dikin. Civaka Kurdistanê, xwediyê kultûrekî dewlemenda jiyandostî, nerît û bihaya xweşik ya mirovayetiyê ye. Ji bilî şanazîkirina bi nasname û resenayetiya xwe ve amadehî û meylekî bi hêz jî ji bo vekirin û geşekirin û pêşketinê heye.

Li Kurdistanê herdem hewl hatiye dayîn bingehên mafê mirov û bihayên mirovî li yasa û biryaran da reng bidin. Çendîn yasayên girîngê taybet bi warê wekhevî û azadiya siyasî, olî û azadiya raderbirînê, çendîn biryarên girîng ji bo rêgiriya li tundiyê, dakokiyê li mafê jin û zarokan de hatine derxistin û kar pê tê kirin.

Bi bê serweriya yasa û serbixweyî ya desthilata dadwerî, zehmete civak bi awayeke dirust bê rêkxistin û bê birêvebirin. Em dixwazin û mebesta meye civaka Kurdistanê bi dirusttirîn awayî bê rêkxistin, ji bo wê yekê ku Kurdistaniyan jiyan û guzeraniyeke hêja hebê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî piştevaniyê li serweriya yasa û serbixweyî ya desthilata dadwerî dike. Sendîkaya Parêzeran jî dikarê roleke girîng li vî warî da bibînê. Serweriya yasa, piştrastiyê dibexşê her take kesek ku jiyan û mafên wî parastî dibin. Wekhevî û dadperwerî li bi cîhkirina yasayandaye bi kirdarî pêwîste reng bide. Her ji bo vê yekê bi endazeyeke girîng yasayan bi xwe, bi cîhkirin û karpêkirina wan bi awayeke dirust, girîngin ji bo welatê me.

Bi cîhkirina yasa, çend erk û berpirsiyariya damezraweyên bi cîhkirinê ne, hindî jî erk û berpirsiyariya her take kesekî civakê ye. Yasa bibê bi cîhkirinê, her çend yasayekî dirust û girîng jî bê, li teksteke nivîskî ya mirî zêdetir, tişteke din nabê.

Hûn parêzer, yasanas û mafperwer, wekî destebijêrekî diyarê civakê ne, ji bilî hişyariya kar û rola sendîkayî ya li warê rewşenbîrî ya yasayî da jî xwedî zanyarî û nêrîna xwe ne. Li warê belavkirina hişyariya li nav civakê da, erk û berpirsiyariyeke girîng li ser milên we ne.

Me pêwîstî bi hişyarî û rewşenbîriyekî serdemiyane heye li muamelekirina li gel yasa û bi cîhkirinê da, bi cûreyek rêzgirtina li yasayan û bi cîhkirina wan ji aliyê her take kesek ve wekî bihayekî exlaqî û erkekî niştimanî ya girîng bê nasîn.

Divê yasadost bibê pêverek ji bo dilsoziyê. Em ji bo wê yekê dostê xwe bîn, ji bo wê yekê dostê jiyanê bîn, divê dostê wan yasayan bîn ku bi paşxanekî mirovdostane ve jiyana me rêkdixin. Divê nifşên paşarojê van hişyariyan geş bikin û li nav malbat, li sîstema perwerde û li hemû qonaxên xwendinê da, bi awayeke girîngî pê bê dayîn.

Parêzerên birêz…

Hûn dizanin Kurdistan pêwîstî bi dariştina destûre û ew jî yek ji wan erkên niştimaniye. Destûreke hêja ji bo Herêma Kurdistanî wekî dayika yasayan, destûreke rengvedana paşxaneya kultûr û xwestên serdemiyaneya civakê bê ji bo pêşketin û vekirina zêdetir. Destûrek ku hemwelatî û bihayên mirovî, çiqa armanc û mebestên me bin. Têda hîç bihayek li ser bihaya mirov û nirxên jiyanê ve nebê. Cûdahiyan wekî yek rêz lê girtî bin, mafên hemû pêkhatên neteweyî û oliyan têda parastî bê û hîç cûdakariyek li ser bingeha ol û mezhebî, siyasî û îdeolojî, neteweyî, regezî û asta civakî, li destûra me da nebê. Li vê aliyê ve parêzer û yasanas dikare beşdariyeke xwe ya çalak hebê û yarmetiya Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidin.

Di derbarê destûra Iraqê û ew guftûgoyên li vî derbarî de tê kirin, dixwazim eve bibêjim: Ew destûra ji bo Iraqa nû hatiye danîn, bi beramberî li gel destûra gelek welatên navçeyê, bi destûrekî pêşketî tê zanîn, lê belê bi cîh nekirina bendên wê, rewşeke wiha afirand ku niha axaftin li ser hemwarkirina destûrê tê kirin. Di demek da kêşeya serekî, ne destûre, belku kêşeya serekî li Iraqê da, îhmalkirina wê destûrê ye.

Divê ji aliyê me hemûyan ve zelal bê ku destûra Iraqê bi her hemwarkirin û destkarîkirinek ve, divê rengvedanekî dirust û rastiyaneya hemû cûdahî û taybetmendiya pêkhatên wê bê û mafê rewayê hemûyan têda hatibe pejirandin.

Em rêgiriyê li tu hemwarek nakîn ku li Iraqê de bi navê baştirkirina jiyan û birêvebirinê da bê, lê belê her hemwarek ne wekheviyê dirust bike û ziyanê bi demokrasî û federaliyê bigihîne, dijî berjewendiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqe û bi tu awayek jî li gel daxwaziyên xwepêşanderan da yek nagirê. Gelê Iraqê baştirkirina birêvebirin û jiyan û guzeraniyê dixwazê, neku zêdetir alozkirina rewşa Iraqê.

Iraq pêwîstî bi aramiya emnî û siyasî heye û kêşe û qeyran bi têkçûna aramiyê çareser nabin, belkû aloztir dibin. Kêşe û qeyranên Iraqê, ku lekebûyê şaşî û xerapên birêvebirinê ya salên dûr û dirêjê hikûmetanin, hîç hikûmetek nikarê li salek da çareseriya wan kêşeyan bike.

Berjewendiya niştimaniya Iraqê û pêkhatên wê, bi karê pêkveyî û hevkariya hemû aliyan ve tê kirin. Parastina niha û paşaroja Iraqê li stûyê me hemûyan daye. Diyalog û hevdû têgihiştin baştirîn rêya çareseriyêne ji bo çareserkirina kêşeyan.

Em li Herêma Kurdistanê piştgîriyê li hengav û biryarên Hikûmeta Iraqê yên ji bo çaksazî û çareserkirina kêşe û kêmasiyan dikîn.

Li dawiyê de dixwazim carekî din destxweşiyê li Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê bikim ji bo wan hemû kar û têkoşînên ku bi navê dakokîkirina li maf û xwestên parêzerên Kurdistanê û erkên niştimaniyan encam dane.

Hêviya berdewamî û serketinê ji bo sendîkaya we dixwazim, we piştrast jî dikim ku ji bo serxistina erk û armancên we Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî piştevan û hevkarê we dibe.

Dûbare pîrozbahiya sazkirina vê kongreyê li we dikim û hêviya serketinê ji bo we û kongreya we dixwazim.

Gelek spas ji bo we hemû aliyek…

Back to top button