Polîtîk

Divê Bexda daxwaza lêborînê li xelkê Kurdistanê bike

Mihemedê Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li hevpeyvîneke taybet de dibêje: Hinek Kurd li Bexda bûne taburê pêncem, hevkariya desthilatdarên Bexdayê dikîn ji bo birîna maaş û muçeyên fermanberên Kurdistanê.

Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje: Mixabin niha li Bexda ne tenê Erebên şovenî dijî Kurd kar dikin. Belku hinek Kurd jî li Bexda bûne wekî taburê pêncem ji bo birîna maaş û muçeyên fermanberên Kurdistanê û hevkariya desthilatdarên Bexdayê dikîn. Evan hemûyan yekgirtine. Raste dixwazin serê xelkê Kurdistanê bi vî awayî bitewînin, lê belê xelkê Kurdistanê ji bo rejîma Sedam serê xwe neçemand, ji ber wê ez bawer nakim ji bo van kesan serê xwe bitewîne. Kurd ewqas bêşexsiyet nîne heta ku bibêje belê divê her tişt radestî Bexda bê kirin.

Her wiha Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje: Ez ji vir radigihînim ji bo hikûmet û hemû xelkê Kurdistanê re jî dibêjim, eve şaşiyeke mezine nabê bi tu awayekê ew niyet û ew axaftin jî bêne kirin. Ji ber ku Hikûmeta Iraqî beranber bi Kurdan tawan kiriye û ew divê daxwaza lêborînê ji Helepçe bikin, daxwaza lêborînê li Kurdan bikin, daxwaza lêborînê bi zindî bi çalkirina Kurdan bikin û bên qerebuya xelkê Kurdistanê bikin. Çawa daxwaza lêborînê ji xelkê Kuweytê kirin divê wiha jî daxwaza lêborînê li xelkê Kurdistanê bikin. Niha xelkê Kurdistanê qerebûya wê tawana wan ya beranber Kuweytê kirî dide. Hikûmeta Iraq û Sedam Hisên Kuweytê dagîr kirin û tawanê kirin, lê xelkê Kurdistanê qerebuya Kuweytê dike. Ew pereyê ku tê birîn ji xelkê Kurdistanê tê birîn. Ji bo qerebûya Helepçe nakin û ji bo çi qerebuya 4 hezar gundên Kurdistanê nakin ku hemûyan rûxandin.

Di dawiyê de Mihemedê Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dibêje: Divê Kurd gelek hişyar bin, ewê bixwazê biçê Bexda bila kerem bike here kes rêya wan negirtiye, lê belê hîç kesek qebul nake berhem û destkeftên xwîna wan hemû şehîdan radest bikin.

https://www.facebook.com/Amro.kurd/videos/546222989643790/
Back to top button