Polîtîk

Divê aliyên siyasî zû hikûmetê pêkbînin

Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li pêşiya parlamentoya Kurdistanê kongreyeke rojnamevanî li darxist.

Serokê Frakisyona Partiya Demorkata Kurdistanê, Hêmin Hewramî di konferansa rojnamevanî da xûyakirin ku, 57 roj ku bi ser sondxwarina parlamenterên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û pêwîste bi lez kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û nabe dosya Bexda û navçeyên Kurdistanî tevlî gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bên kirin.

Serokê Fraksyona PDKê got jî ku, Herêma Kurdistanê di qonaxeke giring û hestyar re derbas dibe û li berdem îstihqaqên qonaxa piştî hilbijartinên 30ê Îlona 2018ê ye. Gelê Kurdistanê di hilbijartineke pak û bêxewş de biryara xwe daye, lewma em dibînin ku divê lez were kirin di gotûbêjên pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, daku dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe yên xizmetguzariyê û bihêzkirina Kurdistanê bikin.

Hewramî daxwaz ji aliyên siyasî kir, ku bi hestkirina bi berpirsatiya hevbeş û bêyî hincetgirtinan û bo xizmetguzariyên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê û bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çalakkirina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo danîna kabîneyeke bihêz lezê bikin.

Herwiha got jî ku, em li Fraksyona PDKê bi rihekî berpirsane, ne bi rihê hakim û mehkûm, bi awayekê yeksan daxwaz ji serkevtiyên duyem û sêyem dikin, di heftiya bê de gotûbêjên ciddîtir bêne kirin, ji ber ku PDK heta niha du gerên danûstandinan li gel birayên birêz ji YNKê û Goranê kirine, gera yekem hêvî dikin ku di heftiya bê de em vê mizgîniyê bidin xelkê Kurdistanê û bi corekê dirêjî bi gotûbêjan neyê kirin, ku bibe sedema lawazbûna baweriya xelkê bi dezgehên herêmê.

Serokê Frakisyona PDKê derbarê dosyeya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û doseya danûstandin li gel Bexda got ku, ew ne li gel wê yekê ne, ku dose bêne tevlîhevkirin, ew li gel wê ne ku pirsa Kerkûkê, pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, tevî Xurmatû, Şingal û Xaneqînê bi awayekê jêhatî û berpirsane gotûbêj li ser bê kirin, daku rewşa wan navçeyan bê asayîkirin, lê belê tevlêkirina wan dosyeyan di gotûbêjan de yan jî rêkevtina yek alî, du alî û sê alî de, ne xizmeta çareserkirina pirsa Kerkûkê dike û ne jî xizmeta bilezkirina pêngavên ji bo pêkanîna hikûmetê dike.

Back to top button