Polîtîk

Dîsa Kongreya Neteweyî ya Kurd paşdixin

Kongreya Neteweyî ya Kurd ku demeke Kurd li bendê ne, û biryare roja 15ê Eylûla vê mehê birêvebiçe, lê wiha xûya dike ku wê dûyem car kongre bê paşxistin.

Kemal Kerkûkî Endamê Sekreteriyeta Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd da zanîn ku rayên cûda li ser Endamên Kongreyê heyeû got: “Li ser rêjeyan û dabeşkirina endamên kongreyê li navbera aliyan de cûdahî heye”. Kemal Kerkûkî ku nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê ye li lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd de wiha bawere ku ew kêşe têne çareser kirin, lê belê dibêje: “Hinek meseleyên din hene ku divê bêne çareserkirin”.

Kerkûkî ji wê yekê ne bawere ku ev dema li pêşiya wan de heye têra encamdana kongreyê bike û got: “Eger hemû tiştek bi başî jî bikîn, em pêre nagihîn kongreyê li dema xwe de encam bidîn”, ji bo wê yekê “Niha hinek alî hene ku daxwaz dikin Kongreya Neteweyî bê paşxistin”.

Li gor zanyariyan Partiya Karkerên Kurdistanê PKK daxwaz dike hejmara zêdeyê endamên Kongreyê behra Bakûr û Rojava bikevin. Ewê PKK daxwaz dike eweye ku ji 600 endaman zêdetirê 310 endam ji bo wan be.

Back to top button