Nivîsar

Dirûtî û siyaseta Erdogan

Konferansê balyozên Filistîn li Stanbulê civiya. Serokê Flistînê Mahmut Abas di vê civînê de amadebû. Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan di konferansê de axavtinek kir. Gelek cara Erdogan di derbarê pirsa Filistînê de daxwaziyên xwe û helwesta Tirkiye dibêje. Erdogan di axavtina xwe ya di konferansê de got: Divê Filistin bibe dewletek serbixwe û paytext jî Kudsa Rojhilat be. Pirsa Filistîn ne tenê pirsa Filîstine, pirsa herêmê hemiyê ye. Çareserî bi hewldanên welatên herêmê pêktê.

Erdogan di derbarê pirsa Filistînê de dirêj axivî. Di dawiya axavtina xwe de serokwezîrê Tirkiye got: Nîvê dilê min li Mekê ye,nîvê din li Medine ye, banê dilê min Kudûs e.

Serokwezîrê welatek din vê yekê bêje belkî gelek bala kesekî nekişîne.Welatek demokrasî lê hebê, tu arişêyên wan neteweyên din re tunebê vê gotinê bêje gelek tiştek erêniye. Lê dema Erdogan bi sifat a serokwezîrê Tirkiye vê yekê bêje, nabe. Ev dibe durûtî. Erdogan şûjina di çavê xwe de nabîne lê derziya çavê xelkê de dibîne.

Ev nabe.
Gelo tişta li Filîstin dibe, leşker û polisê tirka du qetê wê li Kurdistanê li Kurda nake?

Erdogan di vê pirsê de biçekî siyasetek dirust bikira dê ji berî her tiştekî pirsa kurd çareser bikira û pişre berê xwe dabiya welatên din.

Gelo tişta ku Erdogan ji bo pirsa Filîstînê gotî, serokwezîrê Israîl di civînekî de behsa Kurdistanê bike, wê helwesta Erdogan çibe?

Eger serokwezîrê Îsraîl çewe ku Erdogan behsa Filîstiniyan kirî bike, dê helwesta tevgera Filîstînî çibe?

Bila çewt newê têgihandin. Mafê Filîstiniyan jî wek her neteweyekî heye kul i ser çarenusa xwe biryarê bide û bibe dewletek serbixwe.

Lê ev mafê kurda jî heye.Dema serok wezîrê Tirkiye vê yekê dibêje ne dirust e. Heta Erdogan Diyarbekir nebîne behsa Kudsê bike, heta pirsa kurd çareser neke behsa pirsa Filîstîn bike, Erdogan derewa dike û ne rast dibêje. Kesek baweriyê bi samimiyeta Erdogan di vê derbarê de nayne.

Ji berî Filîstin divê berê xwe bide Kurdistanê û rastiya kurd û Kurdistanê bibîne. Çikas  zarokên kurdan bi fîşekên leşker û polîsan hatine kuştin.Çikas kurd mecbur kirine cih û warên xwe biterikînin, çikas kurd penaber bûne û li dinyayê ketine. Erdogan heta vê rastiyê nebîne û behsa Filistiniya bike baweriyê nade.

Gelo dema tevgera azadixwaz a Filistînî guh didin axavtina Erdogan û jê re li ser lingan bi çepka têxin , di rastiya xwe bi çi dihesin.

Gelo Kurd herin Kudsê û konferansekî darxin û Netenyaho behsa pirsa kurd bike û kurd rabin jêre li çepka bêxin, dê filîstinî bi çi hestî bihesin?

Xwezî ew hestên me di derbarê pirsa Filîstînî de heyîn ji sede yek jî h hestên wan di derbarê Kurdistanê de hebûna.. Belkî niha mirov pêwistiya nivîsandina van çend rêza nekira.

Ev bûyer cardin wek gelek bûyerên din dide nîşandan ku, divê mirov kuleka xwe ya netewî re li cîhanê binerê û berjewendiyên xwe li ser her tiştekî re bigire..

26.07.2011
Dara Bilek

Back to top button