Kultur

Dîroka insanetiyê li Kurdistanê destpêkiriye

Riha – Li Rihayê Deşta Haranê mabet a herî Kevin di cîhanê de hate dîtin. Sala 1986-ê cotyarek yê deşta Haranê dema cotê xwe dikira peykerek dît. Ew teslimê muzeya Rihayê kir. Piştî vê lêkolînekî destpêkir. Sala 1985-ê Enstituya Arkeoloji ya Almanî û muzeya Rihayê bi hevre dest lêkolînê kirin. Arkeologê Almanî Harald Hauptmann dest kolandinê kir. Ji sala 1999-ê hir ve kolandin têne kirin. Di encamê lêkolînê de 12 kilometre rojhilatê bajarê Rihayê, di nîve deşta Haranê de mabetek bi temamî derxistin hole. Ev mabet 12.000 salan kevne.
Heta niha mabeta herî Kevin li Maltayê bû. Kevînbûna wê 5.000 sal ji berî zayînê bû. 7.000 sal kevine. Lê ya ku li Haranê hatî dîtin 12.000 sal kevne û di dema Neolotik de hatiye çêkirin. Dema vêca ku insan tebîatê nas dikin e. Mabet wek nawenda herêmê  ye û bilindahiya Deşta Haranê de ye.
Dîtina vê mabeta di cîhanê de herî kevin dîrok tevlîhev kir û gelek nirxandinên dîrokî ji nûve tînê rojeva cîhanê.

Back to top button