Civak

Dilê tirkan bi direwan xweş dibe

Rojnamevanê tirk Can Dundar di nivîseke xwe de dibêje ku dilê tirkan bi direwan xweş dibe û dinivîse:

– Rojnameya Independent ya Birîtanî di nûçeyeke xwe de îşaretê bi wê yekê dike ku abûriyê Tirkiyeyê di demek kurt de dê weke abûriya Yunanistanê biherife. Lê em bi wê derewê kêfxweşin ku abûriya me têk naçe.

Dundar di nivîsa xwe de behsa girtina rojnamevanan dike û dinivîse:

– Nûha 100 rojnamevan di zîndanan de ne û hikûmet dibêje em di qonaxekê de ne ku azadiya ramanê gihiştiye kupîtkê. Di nav gemiya Tirkiyeyê de 9 hevwelatiyê tirk bi destê leşkerê Îsraîlî hatin kuştin û hikûmeta Tikiyeyê ji wergirtina tezmînata bo wan qorbaniyan dixebite. Lê ji aliyekî din ve balefirên şer yên tirkî li Ulederê(Roboskê) 34 hevwelatiyên xwe kuştin û dixwaze kevirekî li ser wê pirsê deynê û veşêre.

– Piştî Fransayê pirsa komkujiya ermeniyan derxistî rojevê, hikûmetê bi lezgîn û xwe enerî kir û sefîrê xwe ji Parîs kişand, lê pişt re bi dizî sefîrê me vegeriya ve Fransayê.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku tevî van hemû vir û direwan, dema rapirsiyek tê kirin, encam wê yekê nîşan didin ku baweriya xelkê bi hikûmetê zêdebûye û xelk kêfxweş e. Wusa diyare em bi direwan kêfxweş dibin.

Rojevakurd

Back to top button