Civak

Dilbixwîn Dara:Şivan ez bi kuştinê tehdît kirim

Koln – Di vekirina Galaya fîlma “Min Dît” de, ku sernivîserê malpera AVESTA Dilbixwîn Dara jî hatibû vexwendin, li derketinê Şivan Perwer ew girt û ew bi kuştinê tehdîd kir.

Dilbixwîn Dara diyar kir ku Şivan Perwer li ber devê derî, ku bodygardên wî jî ligel bûn, ew girtiye û jêre gotiye: “Ez Şivan im, tu hîn min nas nakî, ezê te bikujim…”

Şivan Perwer gotin û dijûnên giran ji Dilbixwîn Dara re gotine.

Dara got, exlaqê wê rê nedaye ku wan gotinên xerab li Şivan Perwer vegerîne.

Piştî ku Şivan Perwer, Dara bi kuştin û lêdanê tehdîd kir û derkete derveyî salonê, vê carê emir da bodygardên xwe ku êrîşî Dilbixwîn Dara bikin.

Ji ber ku nûçeyeke ne bi dilê Şivan Perwer di Avesta de hatibû weşandin, wî dest bi wê êrîşê kir.

Berpirsiyarê Avesta diyar kir ku ew nêzîkî 20 salane karê rojnamegeriyê dike û ev zêdetirî 10 salane ku Avesta weşaneke serkevtî dike, heta niha gelek caran Avesta bi gelek awayan piştgiriya Şivan Perwer kiriye û bi dehan caran reklamên şev û şahiyên wî weşandiye, heta niha yek carê jî Şivan ne bi gotin ne jî bi şêweyekî din piştgiriya Avesta nekiriye. Spasnameyek jî neşandiye. Lê dema ku carekê hatiye rexnekirine, her tişt ji bîr kiriye û êrîş kiriye.

Dara got, Şivan ji medyaya kurdî dixwaze tenê pesna wî bide, lê ew nikarin herdemê pesna Şivan bidin, mixabin, Şivan Perwer bi netehemula xwe ya rexneyan tê naskirin û qebûl nake ku yek kes, yek rojname û yek rojnamevan, bi çûk be jî rexneyekî li wî bike.

Rexneyeke biçûk jî ji aliyê rojnamevanekî ve, bi teybatî dema ku ew rojnamevan Kurd be, dibe sedema ku Şivan Perwer êrîşan bîne ser wî û ji bodygardên xwe re bêje “lêbidin”, heta bi dereceya wî dijmin bi nav bike.

Perwer ku bi xwe gelek caran rastî lêdanê hatiye û me ew lêdan tu caran rast nedîtine, vê carê ew bi xwe kesên din bi lêdan û kuştinê tehdîd dike. Ev yeka ne layîqî hunermendekî ye. Hinermendên “mezin” rojnamevanan bi kuştinê tehdîd nakin û dijûn gotinên dûrî rêz û exlaq ji kesên din re nabêjin. Kuştin karê kujeran e, ne karê hunermendan e.

Dilbixwîn Dara berdewam kir û got, “Em li daristanê najîn, em li welatekî demokratîk weke Almanya dijîn, ku têde qanûn serdest e, bêguman wê destûra wî welatê rê nede ku Şivan Perwer, min bi kuştin û lêdanê tehdîd bike…”

Bûyer û êrîşa Şivan Perwer roja 22.04.2010, katjimêr 23.35 li Almanya bajarê Kolnê çêbû, ew bi deng û sûret hatiye arşîvkirin.  

Dilbixwîn Dara ku niha li başûrê Kurdistanê ye, bal kişande ser wê yekê ku wî rayedarên Kurdistanê jî ji bûyerê agahdar kirine.

Dara got, ew li hêviyê ye ku Perwer bi awayekî ji raya giştî re vekirî lêborîna xwe ji wî bixwaze.

AVESTA

Back to top button