Polîtîk

Dijminetiya Kurdistanê tê kirin

Ji berî niha demekî PKK/PDPê li Mersînê xwepêşandanekî de rûyê xwe yê reş da xuyakirin û di derbarê serokê Kurdistanê de heqaretek mezin kirîbû.

Niha jî li bajarê Stanbolê PKK/BDP/HDP di xwepêşandanekî de rûyê xwe yê reş derxist holê û cardin di kesayeta Barzanî de heqaret li Kurdistanê Başûr kir.

Ev siyaset bi hemû awayî hewldide ku rastiya li Rojavayê Kurdistanê veşêre. Di rêya vê siyasetê de li Rojavayê Kurdistanê siyaseta xeta netewî astenga herî mezine.

Divê baş bê zanîn ku xeta netewî li Rojavayê Kurdistanê tu cara rê nade hevkariya PKKê û rejima Esad serbikeve.

Ji bo vê tirsê jî siyaseta xwe ya qirêj kar tînin û Barzanî di siyaseta Kurdistana Rojava de wek Erdogan û El Nusra dinirxînin.

Kî çi bêje bila bije ; ew destên ev pankrat hilgirtîn ne destê Kurdane. Destê Kemalistan û Ergenekonê ne.

Gelo ji bo çi li Bakurê Kurdistanê aliyên siyasî li himber vê yekê bê deng dimînin.

Bedeng mayin bi awayekî ne şirîkatiya vê yekêye?

 

D.Jelî/Rojevakurd

Back to top button