Civak

Dibistan kirin zîndan

Tirkiye welatekî ecêb e, sosret e û gelek jî têkel e. Hin caran girtîgek dibin dibistan, hin caran jî dibistan dibin girtîgeh.

Li bajarê Bilecikê, navçeya Bayirlikoyê xwendigeheka Lîseyê bi fermaneke fermî bû girtîgeh.

Wezîrê Dadê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev avahiya liseyê dibe girtîgeh û guhartin xistin avahiyê, karker tê de şixulîne û ji rengê xwendingehê vegêrandin ê girtîgehê.

Ev girtîgeh cihê 500 kesî ye, lê niha tenê 250 girtî tê de hene û 20 karmend jî lê kar dikin. Ev girtîgeh wek girtîgeha servekirî tê bikaranîn û girtiyên ku sezayê xwe salek dimîne, dinihêrin virê. Di girtîgehê de dezgehekî hunera destan jî heye ku girtî dema xwe tê de derbas dikin.

 Rojeva Kurd/Stenbol

Back to top button