Cîhan

Dibe ku ji sisêyî dido ya Emerîka tine bibe

Hate diyarkirin ku mezintrîn agirpija cihanê ya li Emerîkayê Yellowstonê ji sala 2004’an û vir ve bi awayekî zêde har bûye û piştî teqînê dibe ku ji sisêyî dido ya Emerîka nayê jiyandin.

Li gor nûçeya Daily Mailê bingeha agirpija ya bi navê Yellowstonê di 3 salan de 22.5 santîmîtro berz bûye û hate diyar kirin ku ew jî piştî sala 1923’yê di nîspetekê herî xeterî de ye.

Agirpija Super ji 640 hezar salan û vir ve neteqiyaye û ew jî tirsa zanyarana. Lê zanyaran dan zanîn ku agrirpija Yellowstonê di 2.1 milyon salan de 3 caran teqiyaye û ji ber kêmaniya zanînê ne mimkûne ku ji bo dema teqînê pêşbîniyekî bihête kirin.

Lê belê ger teqînekî pêkwere xeteriyên teqînê li seranserê Emerîkayê bigre bin tesîra xwe.

Hate gotin ku piştî teqîna berê ya 640 hezar salan 30 teqînên biçûk jî pêkhatiye û piştî wan teqînan, teqîna herî dawî jî 70 hezar sal berê pêkhatiye.

Back to top button