Nivîsar

DÎAŞ,PYD û rejima Esad

Hat zanîn ku hefteya borî civîneke sê alî di navebra nûnertiya PYD û grûba DAÎŞ û rejîma Esed li gundekî nêzîkê Qamişloyê pêk hat û di civînê de behsa girêbesta di navbera hêzên PYD û çekdarên DAÎŞ’ê de hatiye kirin. Herwiha hatiye xwestin ku PYD gundên di bin kontrola xwe de yên şêniyên wan Ereb in radestî hikûmeta Sûriyê bike. Partiyeke Rojavayê Kurdistanê jî radighîne ku hevahengî di navebra PYD û rejîma Sûriyê de heye û DAÎŞ jî ji bo berjewendiya Beşar Esed kar dike.

Çavkaniyeke agahdar ji civînê ji BasNewsê re ragehand ku destpêka vê hefteyê civîna navebera PYD, DAÎŞ û Rejîma Sûriyê çêbûye. Li gor zanyariyan, di civîna sê alî de her sê alî li ser ragehandina agirbestê hevdeng bûne ku hêzên (YPG) a ser bi PYD’ê ji gundên Ereb vekişin û wan gundan radestî rejîma Sûriyê bikin.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê, Mihemed İsmaîl ji BasNewsê re tekez kir ku peywendî û gotûbêj di navbera rejîma Esed û PYD’ê de heye û rêkeftina di navebera herdu aliyan de xizmeta doza Kurd nake. İsmaîl got: ’’Ger berhema peywendî û gotûbêjên di navebara PYD û rejîma Sûriyê de tiştek ji bo Kurdan heba belkî asayî ba, lê hemû di xizmeta Esed de ye, ew xizmeta rejîma Sûriyê dikin bêyî ku sûdek ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe.’’

Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ) rêxistineke radîkal û Selefî ya cîhadî ye, di sala 2006’ê de hatiye damezrandin, lê bi destpêka şerê Sûriyê re bi avayekî berçav çalakiyên wê zêde bûn.

Mihemed İsmaîl derbarê civîna sê alî de wiha axifî: ‘‘DAÎŞ li Sûriyê şer dike, lê rejîma Esed gelek caran vê grûbê di berjewendiya xwe de bikar tine, em ji vê yekê ditirsîn ku bi rêkeftina di navbera her sê aliyan de zirar bigihe Kurdan. Îsmaîl  diyar kir ku hêzên rejîmê li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Qamişlo, Heseke, Dêrik û Rimêlanê hene û wiha pêde çû ‘‘Ew hêz bi aşkera li rojava ne û rêkeftina di warê ewlekarî, petrol û  darayî di navbera wan de heye.’’

Nûnerê TEVDEM’ê Xerîb Heso ku ser bi PYD’ê ye ji BasNewsê re axivî û ragehand ku biqasî ku ew agahdar in tu biryarên agir bestê di navebara hêzên PYD û DAÎŞ’ê de nînin û haya wan ji îlana agirbestê ji aliyê DAÎŞ’ê ve nîne.

Şiwan Berzencî / Bas

Back to top button