PolîtîkRojev

Di YNKê de hevserokî nema serok Bafil Talabaniye!

Piştî dûrxistina serokên herdu saziyên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê yên Silêmaniyê û danîna du kesên din li cihê wan ji aliyê Bafil Talebanî ve, îro ofîsa Bafil bi aayek fermî şûna gotina hevserok ji bo Bafil gotina serok bi karanî.

Îro Bafil Talebanî li Debaşan pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî kir û bo yekemîn car piştî guhertinên li Silêmaniyê, di daxuyaniya fermî ya piştî civînê de, navê Bafil Talebanî weke “Serokê YNKê” hatiye bikaranîn.

Li gor agahiyên Rûdawê, medyaya fermî ya YNKê hatiye agahdarkirin ku peyva hevserok bikar nehînin û di daxuyaniyên fermî de jî navê Bafil Talebanî weke Serok Bafil Talebanî tê bikarbirin.

Herwiha li ser hesabên fermî yên Bafil Talebanî yên li Twitter û Facebookê jî, di beşa danasînê de peyva “Hevserokê YNKê” hatiye jêbirin û li şûna wê peyva “Serokê YNKê” hatiye bikaranîn.

Li gor agahiyên Rûdawê, Bafil Talebanî di van çend rojên dawiyê de ragihandibû, sîstema hevserokî bo YNKê guncav nîne û divê bê hilweşandin.

Medya fermî ya YNKê jî di van sê çar rojên dawî de tenê çalakiyên Bafil Talebanî û Qubad Talebanî vediguhêze û ji bo Bafil Talebanî peyva serok bikar tîne.

Piştî kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku di 21-12-2019 de hatibû lidarxistin, guhertin di sîstema birêvebirina partiyê de hatibû kirin û li cihê posta Sekreterê Giştî, sîstema hevserokatiyê hatibû danîn.

Di kongreyê de biryar hatibû dan, ku Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hevserokên YNKê bin, ku ev sîstem heta roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê û beriya teqîna nakokiyên navbera wan dihat cîbicîkirin.

Hêj Lahûr Şêx Cengî ku bi biryara kongreya çarem a YNKê, yek ji hevserokên YNKê ye, li ser vê rewşa nû helwêsta xwe aşkere nekiriye.

Li gor medyaya fermî ya YNKê, di civîna îro de Bafil Talebanî û Heyder Ebadî derbarê geşedanên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û herwiha hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirine.

Têkildarî hilbijartinan, herdu aliyan tekezî li pêkanîna zemîneke baş û guncav bo lidarxistina hilbijartineke pak ku bibe sedema aramiya siyasî û razîbûna hemû aliyan, kirine.

Li gor daxuyaniya fermî ya piştî civînê, Bafil Talebanî ji bo tevahiya hevkêşeyan behsa nexşerê û stratejiya niştimanî û zelal a YNKê kir û tekezî li yekxistina hêz û şiyan û nêrînên cuda kir jibo serkeftina bi ser zehmetiyan de û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Bafil Talebanî têkildarî Herêma Kurdistanê ji Heyder Ebadî re gotiye: “Em dixwazin mala Kurd rêkbixin û me nêrîneke hevbeş hebe bo mijaran, û em bi hev re Kurdistanê ber bi peraveke aram û ewle bibin. Bo vê yekê jî pêwîstiya me bi bira û hevrêyên me heye, ji hêzên Şîe û Sunne û tevahiya hêz û aliyên din ku piştevanên me bin û em bi hev re welatekî sazûmend ava bikin û rihê lêborînê û pêkevejiyanê vejînin. Ev jî ev siyaset e ku YNK pêk tîne.”

Back to top button