CîhanRojev

Di şer de 6 rojnemevana jiyana xwe ji dest da ye

Dezgehê medyayê (PEK) da xûyakirin ku, heta niha li Ukranya 6 rojnemevana jiyana xwe ji dest dane. PEC di derbarê rojnemevanên li Ukranya di qada şer de agahdariya didin raporek ragihand.

Li gora vê raporê li Ukranya nêzikî 3 hezar rojnemevanên biyanî dixebitin û di şerê Rusya û Ukranya de 6 ji van rojnemevanan hatine kuştin. Herweha li gora heman raporê 8 rojnemevan birîndar bûne û 2 rojnemevan jî ji aliye artêşa Rusyayê ve hatine revandin. Lê di raporê de qet behsa zerera rojnemevanên Ukranyayî nahetiye kirin.

Back to top button