Cîhan

Di Parlementoya Norweçê de konferansek li ser Jenosîdkirina Kurdan

Di Parlamentoya Norweçê de li ser mijarên rejîma xwînwar ya Ba’as û li ser jenosîdkirina Kurdan konferansekî tê li dar dixe.

Konferans di salona Konferansa Parlamentoya Norweçê de tên lidarxistin. Di derbarê konferansê de Musteşarê Wezîrê Enfal û Şehîdên yê Hikumeta Kurdistanê Kamîl Said da zanîn ku wezareta me û hîn rêxistinên sivîl li ser vê mijarê xebatên cûr be cûr kirîbûn. Tarîxa konferansê nehatiye tespîtkirin lê divê li serê Nîsanê bihête kirin.

Musteşar Kamîl Saîd li ser armanca Konferansê da xuya kir ku em dixwazin li her derê dinyayê danasîna rejîma xwînxwar ya Ba’asê jenosidkirina Kurdan bidin danasîn û agahdar bikin.

Saîd li ser beşdarvan û axaftvanên Konferansê jî got: Konferans di salona Parlementoya Norweçê tê kirin û ji ber vî jî amadekariya me jî qediyaye. Parlementerên Norweçî jî beşdar dibin lê ji niha ve emê nikarin navê wan diyar bikin û amadekariya me li ser axaftvanan jî didome.

Back to top button