Polîtîk

Di navbera pêşmergeyên Rojhilat û pasdarên Îranê de şer derket

Hêza pêşmergeyên Kurdistanê ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) da xûyakirin ku li devera Bukan a girêdayê bajarê Urmiyê, di navbera pêşmerge û çekdarên pasdarên Îranê de şerek bûye.PDKÎ di daxûyaniya xwe de dibêje: Li derdora gundê Koke li devera Pîr Mihemed a Bukanê, şerekî giran di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de çêbûye û çar pasdar hatine kuştin û birîndarkirin. Tu zererek negahatiyê hêza pêşmerge.Ji berî çend rojan jî, li deverên bajarên Şino, Pîranşar û Serdeştê şerên dijwar di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Îranê de .

Back to top button