Nivîsar

Di nava PKKê de kî ji Ocalan bi hêztire?

Li devera Wanê nêzikî sinorî Îranê çekdarên PKKê kemîn danîn û efserek yê Trik kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Wek tê zanîn ji berî niha li Licê heykelê Mahsun Korkmaz hatibû danin. Dema ku leşker û polisan ew heykel xira kirin cardin hevçûn derket û di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Her dema ku behsa pêvajoyê tê kirin yan jî hinek gav têne avêtin bûyerek çêdibe. Ev bûyer bivê nevê pêvajoyê dereng têxe. Piştî bûyeran demekî dewlet jî û Ocalan jî van bûyeran wek provakasyon dinirxînin.

Gelek balkêşe ku piraniya van bûyeran li devera Licê û derdora vê herêmê pêktêne.

Di van rojan de koardinatorê pêvajoyê cigirê serokwezîrê Trikiye Beşûr Atalay daxuyaniyên balkêş dan û got em gav bi gav pêvajoyê ber bi pêşve dibin. Behsa rolê erênî yê Ocalan, HDPê û MITê kir.

Piştî daxuyaniya Atalay, Ocalan ji Îmralî ragihand ku pêvajo nêzikî dawiyê dibe. Herweha da xuyakirin ku şerê 30 salî dawî dibe.

Taybetî piştî van daxuyaniyan bûyera Licê pêkhat. Bivê nevê ev pirs gelek pirsên din li gel xwe tîne.

Gelo di nava PKKê de kî naxwaze şer xilas bibe? wek din ji Ocalan bi hêztir kî di nav PKKê de heye.

Pirsa herî girîng  jî ewe ku, gelo dewleta kûr hêja heta çi radeyê di nava PKKê de bi hêz û xwedî bandore.

Eger bersiva van pirsan bête gotubêj kirin dê sedemên van bûyeran jî zelaltir bibe. Taybetî di vê dema Erdogan diçe Çankayayê rûdine ev bûyer hêjî balkêş tir dibin.

Li Bakurê Kurdistanê gelek kêm kesayet yan jî siyasetmedar di Raya Giştî de vê yekê bi zelalî tînin rojeve.

Wek din piranî bê dengiyê tercîh dikin. Ev bêdengî yan jî nirxandinên yek alî dibe sedema bingehîn yan van provakasyona û têkdana pêvajoye.

Dewlet behsa van pravakasyona dike, behsa dewleta xwe ya kurd dike û herweha behsa cemaetê û hinek aliyên siyasî dike .Atalay gelek vekirî ev yek anî holê. Lê ji aliyê PKKê ve tu nirxandinek nayê kirin.

Tenê Ocalan dawiyê de van bûyeran wek provakasyon dinirxîne.

N.Firat/Rojevakurd

Back to top button