CîhanRojev

Di nava pêşmerge de şer kir, li Ukranya şehîd bû!

Talida Rodgiro model,leyiztikvan û dengbêj bû. Talita ji welatê Brezilyayê bû. Temenê 39 sal bû. Şerê Rusya û Ukranya de çû Ukrayna û di nava refên artêşa Ukranya de li dijê Rusya şer kir. Talîda di êrîşek a Rusyayê de li bajarê Xarkîvê jiyana Xwe ji dest da.

Talida ji bo Kurda nirxek bû. Vê jina Brezilî dema şerê li dijê DAÎŞê de hate Kurdistanê û di nava hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de cih girt û şerê li dijê DAÎŞê de çalakek hêja bû.

Talida nîşanciyek profesyonel bû, di nava hêzên pêşmerge de jî wek nîşancî tifeka xwe bi kar dianiya.

Piştî mirina Talida birayê wê theo Rodrigo daxûyaniyek da û got:Talita jiyana xwe hemû ji bo alîkariya mirovan terxan kir.

Back to top button