Cîhan

Di nava MÎT a Tirk de mirinên sosret

Endemekê MÎT (Teşkîlatê Îstixbarata Mîllî ya Tirk) di mala xwe de mirî hate dîtin. Hate ragihandin ku duhenî şevê xebatkarê MÎT a Tirk yê Herêma Kocaelî Tevfîk Atasever di cihê serşokê de xwe deliqandiye.

Xebatkarê MÎT a Tirk yê bi navê Tevfik Atasever (31) ji berk u serê sibê neçûye kar ji aliyê hevalên xwe ve bi rêya telefonê hate gerandin ji ber ku bersivê telefon nehate dayîn hevalên wî hatin mala Atasever û bi dimenên sosretê re rû bi rû man.

Di van mehên dawiyê de mirînên sosret li hundirê MÎT a Tirk zêde dibe. Tenê di nava 4 mehan de 5 endamên MÎT bi awayekî sosret mirin.

Dîsa li bajarê Kocaelî xebatkarekê MÎT ji şaneşînê ketîbû xwar û mirîbû her wiha Gerînendeyê MÎT yê Şaxa Kocaelî jî bi qrîza dil mirî hatîbû dîtin.

Li bajarê Tirkiye Manîsayê jî xebatkarekê MÎT bi kêr hatîbû kuştin. Li bajarê Enqereyê jî di mala xwe de mirî hatîbû dîtin.

Back to top button