Kultur

Di nava 14 rojan de zimanek dimire

Li gorî lêkolîna Estîtuya Zimanên Dijîn ya yek ji mezintirîn saziyên lêkolînê yên cîhanê National Geographic Societyê di nava 14 rojan de zimanek dimire. Tê gotin ku 7 hezar zimanên cîhanê heta nêzî sala 2100’î dê bimirin 
 
Di encama lêkolîna National Geographic Society ya di çarçoveya Projeya Zimanên Mayînde ya Enstîtiya Zimanên Dijîn (Living Tongues Institure) de, raporek hat weşandin. Li gorî raporê di du hefteyan de zimanek dimire. Tiştê herî balkêş ew e ku ger  tedbîr neyên girtin dê heta sala 2100’î herî kêm 7 hezar zimanên cîhanê bimirin.

Di raporê de tê gotin ku her ziman parazvanê çanda xwe ye.  Her wiha di raporê de tê gotin gelek zimanên devokî bi riya çîrok, kevneşopî û stranan ji nifşan derbasî nifşan dibin hene, niha ew jî bi tunebûnê re rû bir û ne.

Di raporê de tê gotin ku gelek gel bi dirêjahiya dîrokê li ser axa xwe, ziman û çanda xwe dane jiyîn û di vê yekê de israr kirine û balê dikişînin li ser girîngiya lêkolînên li ser ziman, ka mirovan bi dirêjahiya dîrokê çawan peywendî danîne û çawa heta roja me ya îro hatiye û wiha dibêje; “Bi windabûna her zimanekî, parçeyek ji herêma aqilê mirov ya ku dibêje ka em dikarin çi bikin, winda dibe.”

Di nexşeya ji aliyê National Geography Society ve hatî derxistin de Tirkiye di nava herêmên bi rîsk de nehatiye nîşandan. Di nexşeyê de herêmên weke Sîbîryaya Navendî, Sîbîryaya Rojhilat, Awusturalyaya Bakûr, Navîn û Başûrê Amerîka,

Balkêş e ?
Close
Back to top button