Nivîsar

Di nav YNKê de kî li gel du îdareyê ye û kî li dije

Piştî şeredevê di navbera Qubad Talebanî cîgrê serokwezîrê herêma kurdistanê û Mehmud Sengawî endamê mekteba siyasya YNKê, tesîr û bandora Sengawî di nav YNKê de ber bi krîzekî ve şûye û diçe. Ji ber hindê Mehmud Sengawî heyam heyam daxuyaniyên agirîn dide û goma şêlî û genî ya YNKê dişilqîne ku bandora xwe ya xirabî li ser hemû herêma kurdistanê dike. Bi van daxuyaniyan dixwaze xwe diyar bike.

Mehmud Sengawî di axaftineka xwe de, Qubat Talabanî wek çente hilgirê Nêçîrvan Barzanî bi nav kirîbû. Lê piştî çend rojan ji gotinên Sengawî, Qubad Talebanî jî di daxuyaniyeke xwe de bi dijwarî kete ser Mehmud Sengawî û bi gelek tiştan tawanbar kir.

Qubad Talebanî di axaftina xwe de, herçende navê Sengawî neîna lê ji her kesî re zelal û eşkere bû ku behsa wî dike. Talabanîgot: Firewn hene ku erdê dagir dikin vila ava dikin,kaçaxçitiyê dikin, xelkê dikujin, rojnamevanan dikujin, hezar û yek karên xerab dikin, komeka çekdaran li xwe komkirne û bacê ji xelkî werdigirin, pare ji dukandaran werdigrin. Dema li Kurdistanê diqewime xwe bi palewan dizanin, lê pişt ra ji çeperên şer direvin û vale dikin.Ew çek û cebilxanê li bereyên şerî dihêlin û direvin, ew çek û cebilxaneya bi xwere jî tînin li bazara difroşin. Kurê Celal Talabanî Qubat bi vê awayî behsa Mehmut Sengawî dike.

Duhî jî Mehmud Sengawî behsa dû îdareyiyê kir û got ew pêşewaziyê li wê yekê dike ku herêma Kurdistanê bibe dû îdare.

Yên weku Mehmud Sengawî, eger şer û alozî nebin, dê rût û tazî bin, çi bandora wan di nav civakê de namîne, ew hebûn û kesatiya xwe di şer û pevçûnan da dibînin, ji ber hindê ew hertim alîgirê şer û aloziyane.

Dû endamên payeblindên YNKê li djî gotinên Sengawî derketin û ragihandin ku, tu qîmetê gotinên Sengawî tuneye û ew ne nîrina YNKê ye.

Mistefa Çavreş endamê serkirdayetiya YNKê dibêje ku xelk ji gotinên Mehmud Sengawî bêzar bûye. YNK ne digel dû îdarîyê ye û bi tiştek xerab dizane.

Şêx Cefer endamê mekteba siyasya YNKê di vê derbarê de dibêje: Kesê behsa dû îdareyiyê bike li ser YNKê nabe mal û berdevkê YNKê bi tenê dikare helwesta fermî ya YNKê ragehîne.

Ev yek tê çi wateyê, gelo di nav serokatiya YNKÊ de, kî digel dû îdareyiyê ye û kî dije, kî dixwaze û kî naxwaze, ev rol dabeşkirine yan tevlîheviya di nav YNKê de nîşan dide.

N.H

Back to top button