PolîtîkRojev

Di mesela Kurd de yek ji yê din xirabtir e

 

Ji 28ê Gulanê, ango ji hilbijartina serokkomarê Tirkîyê re çend roj man. Ji ber ku di parlamentoyê de AKP û hevkarên wê piranîya kursîyan bi dest xistin, serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu bibe serokkomar jî wê zêde ne xwedî bandor be û di girtina biryaran û guhertina zagonan de nikaribe rolek sereke bilîze. Ji serokkomarîyê zêdetir giranîya parlamentoyê û piranîya kursîyan girîng e. Kî di parlamentoyê de zêdetir xwedî kursî û deng be, ew xwedîyê gotin û biryaran e. 

Ji ber ku serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu Kurdekî Alewî ye, Dersimî ye, piranîya civaka Tirk û partîyên Tirkîyê jê aciz in û dixwazin cîh lê teng bikin. Partîyên ku hevkarên tifaqa wî ne jî ji Kurdbûna wî aciz û ne razî ne. Ji ber vê, Kiliçdaroglu mecbûr ma ku berê xwe bide gotin û axavtinên netewperestî û xwe ji netewperestan zêdetir netewperest nîşan bide.  Kiliçdaroglu hatiye dorpêçkirin. Piranîya partîyên ku di tifaqa wî de ne, bi taybet jî ÎYÎ partî û seroka wê ya nîjadperest Meral Akşener neyar û dijminên Kurdan e. Sedema ku vegerîya maseya 6 qolî jî ev bû ku Kiliçdaroglu dorpêç bikin û nehêlin ji bo Kurdan hinek gavên demokratîk û mirovane bavêje.

Ji xwe di daxuyanîyên Meral Akşener de kîn û nefreta li dijî Kurdan eşkere dibe. Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener (ku di dema kujtina 17 hezar Kurdên faîlî meşhûl de Wezîra Navxweyî bû), nêt û helwesta xwe ya dijminane carek din eşkere kir û da zanîn ku heger ew bibin desthilatdar, ewê li Bakurê Kurdistanê bi navê “Artêşa Başûr“ artêşek taybet li dijî Kurdan ava bikin. 

Seroka IYI Partîyê Meral Akşener, di bernameyek xwe ya televîzyonê de diyar kir ku ewê artêşeke nû ava bikin û li ser sînorên Rojava û Herêma Kurdistanê ji Hatayê heta Colemêrgê bi cîh bikin. Mijara “ewlehîya sînor” a di navbera muxalefet û hikûmetê de ev demek dirêj e bûye mijara nîqaşan. Hat diyarkirin ku projeya mijara Artêşa Taybet ji alî şêwirmendê Meral Akşener û dadgerê berê yê leşkerî Ahmet Zekî Ûçok ve hatiye amadekirin û pêşkêşî hem Akşener û hem jî Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu kiriye. Li gorî vê yekê, tê xwestin ku ev proje li herêma erdnîgarîya ku tevahîya sînorên Rojava û Herêma Kurdistanê digire nava xwe û ji parêzgehên Hatay, Dîlok, Kilîs, Riha, Mêrdîn, Şirnex heta bi Colemêrgê bê pêkanîn.

Wê ev pêkhateya leşkerî di warê çek, cebilxane û personelan de di asta standard a artêşê de be û wê ji bo beşdarbûna operasyonên ” derveyî sînor” bê perwerdekirin û biçekkirin.

Dixuye ku kî bibe serokkomar bela bibe, kî bibe desthilatdar bela bibe, ji bo wan neyartî û dijminatîya Kurdan xala sereke û yekem e. Ango, di mijar û mesela Kurd de yek ji yê din xirabtir û neyartir e.

 

Nûçe  / Analîz

Back to top button