Polîtîk

Di meha bê de balansa hêzê bi aliyê Hewlêrê ve tê guhartin

Li gor hindek çavkaniyên medya biyanî Tirkiye bi rêya hevpeymaniya digel kompaniya Exxon Mobil ya amerîkayî roleke mezin di warê neft û gaza xwezayî li herêma Kurdistanê dilîze, bi awayekî ku, hikûmeta Enqereyê îtîmada xwe bi de ser enerjiya herêma Kurdistanê û dest ji Rusiya û Îranê berde.

Li gor Rueters ku, çend çavkaniyên biyanî jê re axiftiye,  kompaniyeke tirkî  di destpêka sala 2013ê de hatiye acakirin û hikûmeta Tirkiyeyê jî piştgiriya wê kompaniyê dike û bi rêya wê kompaniyê li herêma Kurdistanê li neft û gazê digere.

Kompaniya neftê ya navdewletê ya tirkî ya niv fermî TBIC û kompaniya Botaş a hikûmetetî pişk di wê kompaniya nû a hikûmeta Enqereyê avakirî de heye û heta nuha li 10 deverên herêma Kurdistanê li dûv neft û gazî digerin û li hindek deveran jî bi hevkarî digel Exxon Mobîl kar dikin û li gor wan çavkaniyan her ji nuha ew kompanî li ser kirîna gaza xwezayî danûstandinan digel berpirsên hikûmeta Kurdistanê dikin. Vê helwesta hikûmeta Tirkiyeyê hikûmeta Bexdayê gelek nerehet kiriye.

Rojnameya The Economist jî di raporeke xwe de weşandiye ku, di meha bê de balansa hêzê di navbera Hewlêr û Bexdayê di bi aliyê Hewlêrê ve bê guhertin.

 

Rojname di nivîse ku, di meha bê de dê boriya neftê di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê timam bibe û dê nefta bîra Teq Teq ji herêma Kurdistanê dîrekt, dûr ji kontirola hikûmeta Îraqê, bo Tirkiyeyê  biçe û dê balansa hêzê bi aliyê Hewlêrê ve bê guhertin.

Back to top button