Civak

Di 20 rojan de 16 kiçan hewil daye xwe bikujin

Di nava 20 rojan de  ji taxên cihê yên bajarê Silêmaniyê 16 kiçan hewil daye bi rêya derman xwarnê dawiyê bi jiyana xwe (întîxar) bînin

Li gor polîsê nexweûxaneya acîl ya bajarê Silêmaniyê, rojane ji taxên cihê li bajarê Silêmaniyê kiçên temen 15-25 salî bi rêya derman xwarinê hewil didin dawiyê bi jiyana xwe bînin.

Polîsê nexweşxaneya acîl dibêje:
– Ew kiç bi rêya xwarna gelek heban dixwazin xwe bikujin û li nexweşxaneyê mîdeya wan tê şûştin û ji mirinê xilas dibin.
– Di dema 20 rojên borî de 16 kiçan xwestiye xwe bi rêya derman xwarinê xwe bikujin, lê piştî gihandîne nexweşxaneyê çarseriya wan hatiye kirin.

Polîs got jî di dema lêpirsînê de ew kiç  rastiyan vedişêrin û dibêjin ku wan bi şaşî heb xwarine, “lê ne raste, gelek kêm hene ku bi şaşî heba bixon.”

Li gor polîs, ew kiçên dixwazin bi rêya heban xwe bikujîn gelek ji wana nezewicîne yan jî di temenekê biçûk  de zewicîne.

Back to top button