Nivîsar

Dewletbûn, serxwebûn û PKK

Selahedîn Çelîk
PKKê beriya damezrandina xwe di 1978ê de bi navê “Serxwebûna Bingehîn” pirtûkek deranîbû. Bi wê, gotina serxwebûnê kete ferhenga polîtîk. PKKê hertim xwe pêşengê avakirina dewleta Kurd hesiband. Heta ku ji PKKyiyan re digotin “serxwebûnxwaz” jî. Zarokên bi navê serxwebûn zêde bûn. Şervanan bêhtirîn ew nasnav li xwe didan (Lê dibe îro ew nav qedexe be!).

Çar sedemên xatirxwestina ji serxwebûnê

 

– Serxwebûn li tezên Îmraliyê, ango li “parêznameya Ocalan”, “komara demokratîk”, “xweseriya demokratîk” û yên din naye, wan pûç dertîne. Ji wê yekê PKK li dijî damezrandina dewleta Kurd disekine.

– Tirs heye ku lihevhatina desthilata Başûr û dewleta Tirk bandoreke neyînî li doz û tevgera Bakur bike. Ev tirs di cih de ye. Lê heya pirsa Kurd hebe, girêdêriya peymanan izafî ye. Mirov nizane ka sibê wê şert û merc çawa bin.

– PKK tenê xwe di berpirsyariya hemû Kurdistanê de dibîne. Li Başûr tiştek dibe. Lê dev ji sergovendiya PKKê berdin, xwêya wê jî di xwarinê de tine ye. Herwiha li xwe danayîne û dijberiya xwe nîşan dide.

– Kî dizane, dibe Şam, Tehran û Bexda jî li ser helwesta navborî xwedî bandor bin.

 

Sê mehne

 

– Xwedêgiravî ew azadiyê dixwazin û dewletbûn azadiyê bi xwe re nayîne. Erê, dewlet hertim nayê wateya azadî û serxwebûnê. Ma li kîjan dewletê pîvan bêkêmasî ne? Dewletbûn şertê azadiyê ye, ne azadî yê dewletbûnê ye. Ka bêjin; heya îro kîjan gelî ji bo xatirê azadiyê dest ji dewleta xwe berdaye?

– ‘Aqilmendên me’ didin pêş ku dema dewletên netewî borî ye. Xweska sînor rabûna, xweska hemû gel bihevre bi aştiyane bijiyana. Lê ka ew sîstem? Ji 196 dewletên dinyayê yek jî naxwaze xwe bipelişîne. Ma em Kurd tenê rebenên Xwedê ne?

– Bi ya wan; avakirina dewletê gelan ji hev dûr dixe. Ji 1982yê ve PKK hewl dide ku bi Tirkan re hevalbendiyekê ava bike, lê pêk nayê. Tevî tevlîbûna hin Tirkan jî, navê tevgerê her Kurd e. Bihevre-rêxistinîbûn îro ziviriye jiholêrakirina hişmendî û tekoşîna kurdperweriyê. Li Iraqê, ne bi dilkirî, ne jî bi darê zorê, êdî ti kes nikare Kurd û Erebên Sunnî û Şiî bîne cem hev. Li Rojavayê di kesayeta PYDê û DAIŞê de, Kurd bi nîjadperestên Ereb re di şer de ne. Li Rojhilat têkiliyên PDK-Îran bi rêxistinên dijber yên Îranê re hene. Lê tevî îdiayan jî, PJAKa PKKê (bi navê kevn) ji wan têkiliyan bêpar e. Li seranserê Kurdistanê pirsa Kurd heye û ew pirs ya dewleta-xwe-avakirinê ye. Wekî rastî hewqas eşkere ye, çima ev şano û durûtî?

Ka li bayê felekê binêrin: “Serxwebûnxwazên” berê bi “neteweperestên kevnarê” yên Başûrî re cih guhertine. Bandora koletiyê li mejî çiqas zexm e! Şikr ji Xwedê re ku Başûrî serwextê rastiyê ne!?

 

Dewleta min…

 

– demokratîk û azadîxwaz e. Desthilatdar tenê bi hilbijartinan tên guhertin. Rexne şertê sereke yê demokrasî û azadiyê ye. Wek şertên bivênevê yên demokrasiyê, rê ji çapemeniya dijber û saziyên civakî re vedike.

– bêyî liberçavgirtina taybetmendiyên zayendî, olî û nîjadî, bi hêza zagonan û hişmendiya civakî, di karûbarên dewlet û civakê de cih dide hemû welatiyên xwe û li himberî astengî û pêşdaraziyan tevdîrên zagonî û civakî distîne.

– ji cudaxwazî û pêşdaraziya olî û nîjadî dûr e. Ji demokrasiyê, xweşbînî û parastina çand, ol û nîjadên kêmjimar fêm dike. Rêvebiriya desthilatê ji baweriya olî cuda dike. Sîstema laîk ya herî rewa dibîne. Di çarçoveya kevneşopiyên çandê de rê dide olê. Haya wê ji xetereyên ola polîtîk heye.

– modern e, herêmparêzî û têkiliyên eşîrî û feodalî qebûl nake. Herêmparêziyê, weke qelsî, navgîna leyîstikên cîranan û sedemkarekî şerê birakujiyê dinirxîne. Civak û neteweya nûjen li ser hestên demokratîk, azadîxwaz, têgihiştinî û yekbûna hemû welatiyan ava dike.

– ji bo wê însan û netew berhemên xwezayê ne, ne xweza berhema wan e. Ji talan, rûxandin û herimandinê parastina dayikxwezayê kiriye erkekî sereke û her serwextê erka xwe ye.

– petrola berhema xwezaya me ya hemû civakê dibîne. Wê nake sedema hesûdî, derz û qelşên çînî. Ew ne ya kesayetî, lê dewlemendiya civakî giranbiha dibîne û wê helwestê hêjahî pesndariyê dibîne.

– ne Dûbey û Qeterê, lê civakên xwedî hişmendî û sîstema demokratîk, azad û dadmendiya civakî ji xwe re dike mînak. Jiyana lûks ne wek dewlemendiyê lê wek tirbûn û quretiyê dihesibîne û rû nadiyê.

– bi deşt û zozan, bi av û zeviyên çandiniyê, bi pez û dewar û bi kanên wê re, hay ji dewlemendiyên Kurdistanê heye. Bi wê hişmendiyê tevdigere. Semyana berhema vê dewlemendiyê ne li avahiyên debdebeyî, lê li projeyên binesaziyê yên civakî, çandê, perwerde û tenduristiyê xerc dike.

– dizane ku Kurd ji aliyê guran ve hatine dorpêçkirin. Tevî cîraniya bivênevê jî, baş dizane ku ew her gur, zikreş û bêbextên berê ne. Heqaret, biçûkdîtin û biçûkxistin, komkujî û nîjadkujiyên Tirk, Ereb û Farsan ji bîr nake. Ji bo têkilî û peymanan yek şertî dide pêş: Wekhevî. Derî li leyîstîkên wan digire, nokeriyê wek tawana xiyanetê dinirxîne.

– ewleyiya welatê min naspêre dewletên cîran, hertim bi bawerî û berxwedana gel piştrast û serfiraz e. Dewlemendî erê, lê tiralî û gendeliya 23 salan li ber çav digire. Dizane ku ew bandoreke neyînî li bawerî û fedakariya gel dikin. Qels, qelew, lawaz û dîn dikarin xwe fedayê welatê xwe bikin, lê yên bi dizî û gendeliyê bûne çargoşe, çavê wan li malê dinyayê û revê ye. Dewleta min di nav desthilat û hezên ewleyiyê de ji hebûna wan xwînmij û gendelan haydar e û bi pêşdestiya civakî diçe ser wê lareş û edavê.

– Kurdistanê ne tenê bi gotin, lê di rastiyê de yek dibîne. Li kîjan beşa Kurdistanê be jî, ji serkeftinê serbilind e, lê ji şikestinê jî diêşe. Gellek baş dizane ku heya Bakur, Rojhilat û Rojava kole bin, azadî û ewleyiya Başûr qet ne misoger e.

Back to top button