Cîhan

Dewleta Qeter tirkiyê ji îflasbûnê rizgar kir

Banka Navendiya tirkiye ragihand li gor peymaneke ji bo li hevguhertina diravan, heftiya bihurî 10 milyar dolar ji Qeterê gihiştine Banka Navendiya tirkiye.

Di daxuyaniyek da, Banka Navendiya tirkiye ragihand 10 milyar dolar ji Qeterê gihîştine Banka Navendî û armanca hatina wê pereyê, piştevanîkirine li lîreya tirkî û yedekê dirava tirkiye, ko berî niha tirkiye li gel Qeterê peyamenek îmza kiribû. Li hevguhertina dirava di navbera xwe ji pênc milyar dolaran bilind bikin bo 15 milyar dolaran, bi vê jî yedekê dirava tirkiye ji îflasbûnê rizgar bû.

Li gor wê rêkeftina di navbera Qeter û tirkiyê de ku li sala 2018 hatiye îmzakirin, li hevguhertina di navbera her du welatan pêşve bibin û bi awayekê Qeter dirava lîreyê tirkiye bi riyal biguhere.

Back to top button