NivîsarRojev

Dewleta Faşîst ya Îranê li Kurdistanê qetlîam pêk tîne, divê NYê pêşiya qetlîamê bigre

Divê hemû hêzên her çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinên sivîl yên kurdperwer, ativîstê kurdpewer yên Kurdistanê  ji gelê me yê Rojhelata Kurdistanê re piştgir bin. Li dijî zûlm û qetlîama Îranê dengê xwe bilind bikin.

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn Jina Kurd Jîna Emînî ya Rojhelata Kurdistanê ku ji bajarê Saqizê ye, ji bona seredaniya mirovên xwe çûbû Tahranê, li wir bi hinceta ku serê xwe gorî hiqûqa totalîter û faşist ya Îranê girênedabû, li êşkence hat kirin û encama êşkenceyê hat kûştin. Dema ku ev nûçeya li Îranê û di nav Kurdan de belav bû, careke din dilê kurdan xwîn bû. Kurd gelek xemgîn bûn. Li hemû beşên Kurdistanê bi awayekî şîn hat li darxistin.

Bi taybetî jî piştî ku kûştina Jîna Emînî Îran bê protesto kirin û şermezar kirin, sucdar ji bona tespît bibin û bên darizandin û bên siza kirin, grêwa giştî û xwepêşandanên kîtlewî dest pê kir, bûyer û kuştina Jîna Emînî bû mijarek û pirseke navneteweyî.

Lê divê em heqê Rêxistinên Mafên Mirovî û Rêxistina Af a Navneteweyî jî qebûl û teslîm bikin ku di belavbûna kuştina Jîna Emînî û darizandina kujeranxwestin de rolekî girîng lihîstin. Divê em ji wan re sipasdar bin. Rêxistinên bê teref, serbixwe, yên ku gor mafên şexsî û kolektîf bê teref tevdigerin re piştgir bin.

Piştî ku Jîna Emînî hat şehîd kirin, li Kurdistanê ji  bona ku li hemberı vê bûyerê protesto çê bibin, xebateke xûrt ya sivîl dest pê kir. Di vê xebatê de aktıvîstên mafên mirovî û aktivîstên Kurd rolekî girîng girtin ser milên xwe. Piştî hewildeneke hevbeş û bi piştgiriya hêzên siyasî jî grêwa giştî û xwepêşandanên girseyî dest pê kirin. Gel bi giştî ji vê tevgerê re piştgirî kir. Karmendan û esnaf û tacîran  dikanên xwe girtin. Li Unîversîteyê xwendevanan xwepêşandanên gelek xûrt û bi bandor rêxistin kirin.

Li Îranê û li Rojhelata Kurdistanê xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê û bi dehan bajarên û bi taybetî jî li bajarên mezin didomînin.

Lê hemberî van nerazîbûn û xwepêşandana Dewlet û hêzên wê yên tarî û terorîst vala nesekînin dest bi êrîşan kirin. Gor agahdariyên di çapemeniya Kurdistanê û dinyayê de belav dibe, li Rojhelata Kurdistanê qûrbanî û şehîd û brîndar hene,  hejmara qurbaniyan jî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.

Raya giştî jî agahdar e ku Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ji welatiyan daxwaz kir ku roja duşemê 19ê Îlonê greva giştî birêve bibin û neçin ser karên xwe.

Kurdistan 24 diyar dike ku  “Piştî wê bangewaziya roja duşemê, li 24 bajarên Rojhilatê Kurdistanê grev hatin kirin. Êvara wê rojê li 13 bajaran xwepêşandan hatin kirin û di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê ve li 12 bajaran xwepêşandan ber bi tundûtûjiyê ve çûn.

“Roja din jî xwepêşandan li 14 bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bûn û li 8 bajaran hêzên ewlehiyê teqe li xelkê kirin.

“Li ser banga çalakvan û rêxistinên sivîl, xwepêşandan êvara çarşemê jî li 14 bajaran berdewam bûn û li 12 bajaran hêzên ewlehiyê rûbirûyî xelkê bûn.

“Di encama xwepêşandanên van çend rojan de heta niha herî kêm 22 kes ku navên 15 kesan eşkere bûne, li Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Herwiha di nava van çend rojan de herî kêm 733 kes jî birîndar bûn û nêzîkî hezar kes jî hatin desteserkirin.”(Kurdistan24)

Berê jî û piştî qetlîama Dewleta Îran ya Hov û nîjadeperest, Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de bang li partî, aliyên siyasî, kesayetî, rêxistinên sivîl û her aliyekî peywendîdar li perçeyên din yên Kurdistanê kir ku piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nîşan bidin.

Di daxuyaniyekê hat gotin, piştî sîtemkariya li dijî keça Kurd Jîna Emînî hatiye kirin ku di encamê de wê canê xwe di zîndanên Îranê di bin eşkenceyê de ji dest daye û şehîd bûye, bang dikin ku her awayekî guncaw li kêlek gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rawestin.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketin û heta niha 11 kes ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, 450 kes birîndar bûne û zêdetir ji 500 kesî jî hatine binçavkirin.

Divê hemû hêzên her çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinên sivîl yên kurdperwer, ativîstê kurdpewer yên Kurdistanê  ji gelê me yê Rojhelata Kurdistanê re piştgir bin. Li dijî zûlm û qetlîama Îranê dengê xwe bilind bikin.

Neteweyên Yekgirtî (NYê) ji divê ji bona ku pêşiya qetlîama Dewleta Faşîst û totalarîst ya İranê bê girtin xebat bike.

Diyarbekîr 23. 09. 2022

Back to top button